21 pirtûkên hîndekariya kurdî ku ji bo 11 salên perwerdeyê hatine amadekirin, bi fermî ketin nava Helveticatê ku kataloga online a Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê (NB) ye. Ev serkeftin bi rêya xebata mayînde ya Komeleya Hîndekariya Kurdî, bi hevkariya Instîtuya Kurdî ya Swîsreyê, bi koordîneya Xwendegeha Pedagojîk a Bilind a Zurichê (Z.Aktas) û bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Swîsreyê hat bi dest xistin. Nivîskarê pirtûkan Hesen Huseyîn Denîz e ku di heman demê de rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û Komeleya Hîndekarîya Kurdî ye.
Çima Helveticat giring e?
Di pergala Swîsreyê de, têgîna “Helveticat” ji bo hemû pirtûk, kovar, rojname, belgeyên elektronîk û mîrateyên çandî yên ku bi Swîsreyê re têkildar in, tê bikaranîn. Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê van berheman wekî mîrateya çandî ya welêt diparêze û bi rêya kataloga Helveticatê pêşkêşî her kesî dike. Ketina pirtûkên kurdî di nav vê katalogê de tê wê wateyê ku pergala Swîsreyê êdî perwerde û pirtûkên kurdî wekî parçeyek ji mîrateya xwe ya çandî ya fermî qebûl dike û wan diparêze.
Pirtûkên pedagojîk ji bo diyasporayê
Ev 21 pirtûkên hîndekariyê ji bo zarokên di navbera 5 û 16 salî de ne. Pirtûk pol bi pol û li gorî sazûmana hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt hatine amadekirin. Ji bo her saleke xwendinê du pirtûk hene û pirtûkek jî taybet ji bo mamosteyan wekî “Rêbera Hînkirina Kurdî” hatiye nivîsîn. Di amadekirina wan de pisporên ji Swîsre, Almanya, Amerîka û Îsraîlê û saziyên mîna YMK, Yekmal û Pena Kurd cih girtine. Ev pirtûk niha li Almanya û Swêdê jî di dersên kurdî de tên bikaranîn.



