Cengiz Demirtaş
Di çaryeka fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, Îspanyayê li Stadyuma Los Angelesê bi encama 2-1 Belçîkayê têk bir û derket nîv-fînalê. Îspanya di deqeya 30î de bi gola Fabian Ruiz ket pêşiyê, lê Belçîkayê di deqeya 41ê de bi Charles De Ketelaere bersiv da û nîvê yekem 1-1 bi dawî bû. Çarenûsa maçê di deqeyên dawî de diyar bû; di deqeya 87an de Mikel Merino gola serkeftinê avêt. Bi vê encamê, Belçîka xatir ji tûrnûvayê xwest û Îspanya di nîv-fînalê de bû reqîbê Fransayê.
Di maça li Stadyuma Los Angelesê, Îspanyayê bi rêya pasan di piranîya dema lîstikê de bû xwedîyê gogê. Tîma îspanî bi zexta bilind reqîbê xwe di nîvê qada wê de asê kir. Tîma Îspanyayê ku bi Lamine Yamal, Nico Williams û Dani Olmo atakên bibandor pêş xistin, gola ku lê digeriya di deqeya 30î de bi lingê Fabian Ruiz dît û 1-0 ket pêşiyê.
Belçîka ku piştî golê ji lîstikê veneqetiya, bi taybetî bi êrîşên di bin pêşengîya Kevin De Bruyne de hewl da ku balansa lîstikê çêbike. Belçîkaya ku wekî “Şeytanên Sor” tê pênasekirin, di deqeya 41ê de bi gola Charles De Ketelaere wekheviyê bi dest xist. Bi vê encamê, Îspanya di tûrnûwayû de cara yekemîn golekê xwar. Nîvê yekem bi wekheviya 1-1ê bi dawî bû.
Di nîvê duyem de her du tîman jî futboleke kontrolkirî lîstin. Îspanyayê kontrola lîstikê di destê xwe de girt, Belçîkayê jî bi atakên bilez hewl da ku bigihîje encamê. Di vê beşa ku pozîsyonên dualî lê çêbûn de, golparêzên herdu tîman gelek derfetên golan asteng kirin.
Encam di deqeyên dawî de dîyar bû
Çarenûsa pêşbirkê di deqeyên dawî de diyar bû. Di deqeya 87an de, Mikel Merino di nav aloziya li seheya cezayê de gogê şand nava tora keleyê û Îspanya careke din ket pêşiya Belçîkayê. Herçend, Belçîka di deqeyên mayî de ji bo wekheviyê bi hemû hêza xwe atak kir jî, parastina Îspanyayê şaşî nekir û nehişt skor xera bibe.
Bi vê encamê, Îspanya di Kupaya Cîhanê de derket nîv-fînalê û bû reqîbê Fransayê. Tîma Îspanyayê ku di dirêjahiya tûrnûvayê de bi parastina xwe ya dîsîplîn û atakên biwext balê dikişîne ser xwe, careke din nîşan da ku ew di riya şampiyonîyê de yek ji namzetên herî bihêz e. Belçîka jî ligel performansa xwe ya têkoşer, di çaryeka fînalê de xatir ji tûrnûvayê xwest.
España ya es uno de los cuatro gigantes.
👩🏼💻 La crónica: https://t.co/QnqqAShejj #VamosEspaña | #CopaMundialFIFA pic.twitter.com/m8mujmPQc7
— Selección Española Masculina de Fútbol (@SEFutbol) July 10, 2026



