SerupelNûçe53 salîya rizgarîyê: Bahama serxwebûna xwe pîroz dike

53 salîya rizgarîyê: Bahama serxwebûna xwe pîroz dike

Giravên Bahamayan îro 53. salvegera serxwebûna xwe ya ji Brîtanyayê pîroz dike. Welatê ku di 10ê tîrmeha 1973an de serweriya xwe ragihand, îro wekî dewleteke bi îstikrar û halxweş a herêma Karayîbê balê dikişîne.

Îro, 10ê tîrmeha 2026an, li Giravên Bahamayan coş û şahiyeke mezin heye. Gelê Bahamayan 53 sal berê di vê rojê de dawî li desthilatdariya kolonyal a Brîtanyayê anî û alaya xwe ya serbixwe bilind kir. Li paytext Nassau û li zêdetirî 700 giravan, welatî bi kincên neteweyî, muzîk û reqsên kevneşopî roja dîrokî dikin.

Rêwîtiya ber bi serxwebûnê ve encama pêvajoyeke dirêj a hişyariya neteweyî û têkoşîna siyasî bû. Sebebên sereke yên ku Bahama birin ber bi serxwebûnê ve ev bûn:

Zexta ji bo rêveberiya piranî û mafên wekhev: Bahama ji sala 1717an ve kolonîyekê Brîtanyayê  bû. Tevî ku piranîya nifûsê ji mirovên reşik pêk dihat, desthilatdarî di destê kêmneteweyeke ewrûpî û elît de bû. Ev newekhevîya civakî bû sedema nerazîbûneke mezin.

Damezrandina Partiya Lîberal a Pêşverû (PLP): Di sala 1953an de avakirina PLPyê bû xaleke werçerxê ji bo serwerîta welêt. Partiyê daxwaza mafên zêdetir ji bo civaka reşik û serweriya gel kir. Di bin rêveberiya Sir Lynden Pindling de, PLPyê di hilbijartinên 1967an de serkeftineke dîrokî bi dest xist û di asta hikumetê de “rêveberiya piranî” ava kir.

Daxwaza Aborî û Xweseriyê: Bahamayan dixwestin kontrola çavkaniyên xwe yên aborî, bi taybetî geştiyarî (turîzm) û darayî bixin destê xwe da ku feydeya wê rasterast bigihîje gelê herêmê.

Piştî danûstandinên dirêj ên bi Brîtanyayê re, di 10ê tîrmeha 1973an de, Bahama bi fermî bû dewleteke serbixwe, lê wekî endamekî Commonwealth Brîtanyayê  ma. Sir Lynden Pindling ku wekî “Bavê Neteweyê” tê naskirin, bû yekemîn Serokwezîrê welat.

Îro, Bahama her çend bi pirsgirêkên mîna nehevsengiya aborî û guhertina avhewayê re rû bi rû be jî, wekî yek ji welatên herî bi îstîqrar û dewlemend ên herêmê gavên xwe ber bi siberojê de ve diavêje.

Nexşeya Giravên Bahamayan

Giravên Bahamayan

Giravên Bahamayan welatekî li Okyanûsa Atlasê ye ku ji nêzîkî 700 girav û zêdetirî 2,000 giravên biçûk pêk tê. Lebelê bi tenê li derdora 30 giravan mirov dijîn. Nifûsa welat nêzîkî 405,000 ye û piraniya wan li paytext Nassau, li girava New Providence bi cîh bûn e. Zimanê fermî Bahamayan îngilîzî ye. Ji aliyê etnîkî ve bi rêjeya 90 ji % ji afrîkîyan pêk tê. Aboriya xurt a giravê li ser tûrîzm û sektora fînansê ya navneteweyî ye. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) salane 17 milyar dolar e. HNNya serê her kesekî/ê jî salane nêzîkî 41,000 dolar e.

Gotar di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin