SerupelCivakŞoreşa Amerîkayê: Çawa 13 kolonî serxwebûna xwe bi dest xistin?

Şoreşa Amerîkayê: Çawa 13 kolonî serxwebûna xwe bi dest xistin?

Di sala 1775an de şerê serxwebûna 13 koloniyên Amerîkayê li dijî Brîtanyayê dest pê kir. George Washington bû fermandarê artêşa koloniyan û piştî serkeftinên di şer de û bi piştgirîya Fransayê, Brîtanya neçar ma aştiyê qebûl bike. Her çend Deklarasyona Serxwebûnê di sala 1776an de hate pejirandin, şer heta sala 1783an dom kir. Di dawiyê de, bi Peymana Parîsê, Brîtanya serxwebûna koloniyan nas kir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat damezrandin.

Di sala 1763an de, piştî serkeftina Brîtanyayê di Şerê Heft Salan de, têkiliyên navbera hukûmeta Brîtanyê û 13 koloniyên wê yên li Amerîkaya Bakur gav bi gav xera bûn. Parlamentoya Brîtanyayê bi armanca dabînkirina mesrefên parastinê qanûn û bacên nû derxist. Gelê koloniyan van biryaran wek zordestîyê nirxandin û nerazîbûn bi lez belav bû.

Reaksiyonên gel li Bostonê gelek xurt bûn. Bûyerên wek Boston Massacre di sala 1770an û Boston Tea Party di sala 1773an de nakokiyan zêdetir kirin. Brîtanyayê qanûnên hin tund derxistin ev jî berxwedanê hîn zêdetir kir.

Nexşeya 13 kolonîyan/Richard Zietz, CC BY-SA 3.0

George Washington bû fermandarê artêşa kolonîyan

Di 1775an de şer bi pevçûnên Lexington û Concord dest pê kir. Dûv re Kongreya Duyemîn a Koloniyan milîsên herêmî di bin navê Continental Army de kir yek û George Washington wek fermandarê giştî hilbijart.

Di destpêkê de hêzên Brîtanyayê gelek serkeftin bi dest xistin û bajarên girîng ên wekî New Yorkê kontrol kirin. Lê Washington bi planên leşkerî yên têkûz, di Trenton û Princetonê de serkeftinên giring bi dest xist û hêviya koloniyan zindî hişt.

Di sala 1777-an de serkeftina koloniyan li Saratogayê di rêya serxwebûnê de û qonaxeke giring. Ev serkeftin Fransa razî kir ku piştgirîya leşkerî û aborî bide koloniyan. Îspanya Îspanya jî li dijî Brîtanyayê ket şer û ev piştgirî balansa şer guhert.

Declaration of Independence (Danezana Serxwebûnê) di 1819an de j alîyê John Trumbull ve hat çêkirin

Damezrandina DYAyê 

Di sala 1781an de hêzên amerîkî û frensî li Yorktownê artêşa General Cornwallis dorpêç kirin. Hêzên deryayî yên Fransa rêya revê girtin û Cornwallis neçar ma xwe teslîm bike. Ev bûyera sereke bû ku Brîtanyayê neçar kir dest bi danûstandinan bike. Di 4ê tîrmeha 1776an de koloniyan Deklarasyona Serxwebûnê pejirandin.

56 delegeyên ku 12 kolonîyên Amerîkayê temsîl dikirin, Danezana Serxwebûnê îmze kirin. Nûnerên kolonîya New Yorkê tevlî civîna Kongreyê nebûn. Danezan bi lez hat çapkirin û di nava civaka amerîkî de bi lez hat belavkirin. Di danezanê de bi 27 gilî û gazinên li hemberê Kral Georgê brîtanî cî digirt. Di danezanê de hatibû nivîsandin ku “Kolonîyên Yekgirtî xwedî mafê Dewletên Azad û Serbixwe ne.” Ji bo bidestxistina vê jî “mafê şoreşê” di danezanê de cî girtibû.

Piştî danezanê jî şer heta sala 1783an dom kir. Bi Peymana Parîsê ya sala 1783an, Brîtanya serxwebûna 13 koloniyan bi fermî nas kir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek dewleteke serbixwe derket holê.

Gotar di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin