Îran ji bo lîderê olî Ayetula Elî Xamaneyê ku di 28’ê Sibatê, dema êrîşa Îsraîl û Amerîkayê de hat kuştin, merasîma cenazayê li dar dixe.
Merasîma ku di 3’yê Tîrmehê li Tehranê de dest pê kir heta 9’ê Tîrmehê wê dewam bike.
Tevî Îranê wê li bajarên Necef û Kerbela yên Iraqê jî merasîm bên lidarxistin.
Hat ragihandin ku piştî merasîmên li paytext Tehran, bajarên Qûm, Necef, Kerbela û Meşhedê, Elî Xamaney wê li Tirba Îmam Riza bê veşartin.
Roja ewil, cenazeyê Elî Xamaneyê ku 37 salan lîdertiya Îranê kiriye, li salona şîngirtinê ya Huseyniya Îmam Humeynî ya li paytext Tehranê hat danîn. Bi hezaran kesên daxwaz kirin beşdarî merasîmê bibin, ji saetên berê sibehê de hatin qada merasîmê. Gelek kesan ji bo karibin dest bi darbesta Elî Xamaney bidin hevdu eciqandin.
Rayedarên Îranê sedema derengketina 4 mehan a merasîmê bi şert û mercên şer ve girêdan. Tê gotin ku piştî agirbest hatiye îlankirin û muzakereyên li dû îlana agirbestê hatine destpêkirin, derfet çêkiriye ku merasîm bê lidarxistin.
Beriya merasîmê nûnerê Mucteba Xamaney ê Hindistanê Hakim Elahî ragihand ku îhtimal heye lawê Elî Xamaney ê li şûna wî wekî lîder hat hilbijartin, ji ber sedemên ewlekariyê beşdarî merasîmê nebe.


