SerupelNûçeHevdîtinên Amerîka û Îranê bi dawî bûn

Hevdîtinên Amerîka û Îranê bi dawî bûn

Hewildanên ji bo armanca aştiya mayînde tê meşandin, encam nedan. Herdu welat di 9’ê Tîrmehê de careke din wê werin gel hev.

Hevdîtinên heyetên ku Amerîka û Îranê di 30’ê Hezîranê de li paytext Doha ya Qeterê dabûn destpêkirin, bi dawî bûn.

Di hevdîtinan de ji bo aştiya mayinde tu pêşketin pêk nehat.

Dema van hevdîtinan Amerîka û Îranê hewl dan ku ji bo peymana aştiya mayînde li hev bikin.

Ji herdu aliyan jî tu daxuyaniyeke ku bibêje ji bo aştiya mayînde wan pêşketin pêk anîne nehat dayîn.

Çavkaniyên li ser babetê dibêjin muzakerevanên herdu welatan mijarên wekî çûnûhatina li nav Tengava Hurmuzê û serbestberdana fonên Îranê nîqaş kirine.

Lewre ev herdu mijar jî wekî mijarên krîtîk têne nirxandin.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku civîna bê, wê piştî merasîma cenazeyê Ayetula Elî Xaminey ê ku di êrîşa Amerîkayê de hatibû kuştin, di 9’ê Tîrmehê de pêk were.

Di halê hazir de heyetên herdu welatan hevdîtinên teknîkî pêk tînin. Bes ji dêvla li gel hev rûnên, bi rêya navbeynkarên Pakistan û Qeterê muzakera dan meşandin.