SerupelCivakJi bo Bruce Lee li Amerîkayê roja bibîranînê hat îlankirin

Ji bo Bruce Lee li Amerîkayê roja bibîranînê hat îlankirin

Qehremanê zarokatiya me li Kalîforniyaya Amerîkayê, ji niha û pê de êdî di rojek taybet de wê bê bibîranîn. Bi vê biryarnameyê ve, Bruce Lee di dîroka Kalîforniyayê de dibe yekem kesê Çînî yê li Amerîkayê ji bo wî rojeke bibîranînê hatiye îlankirin.

Lîstikvanê Hollywoodê û Hostayê Hunerên Lêxistinê yê Çînî Bruce Lee êdî 17’yê Gulana her salê, li Kalîforniyaya Amerîkayê, wê di rojek taybet de bê bibîranîn.

Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom

Endamê Meclîsa Eyaletê Matt Heane yê San Franciscoyê temsîl dike diyar kir ku Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom biryarnameya di vê bareyê de îmze kiriye û 17’yê Gulanê bi awayê fermî, wekî Roja Bruce Lee îlan kiriye.

Bi vê biryarnameyê ve, Bruce Lee di dîroka Kalîforniyayê de dibe yekem kesê hemwelatiyê Amerîkayê yê bi eslê xwe Çînî yê li Amerîkayê ji bo wî rojeke bibîranînê hatiye îlankirin.

Brucee Lee di sala 1940’î de li San Franciscoya Amerîkayê ji dayîk dibe.

Bruce Lee di sala 1940’î de, dema dê û bavê wî yên hunermendên operayê ji bo turneyekê diçin Amerîkayê, li San Franciscoyê hatiye dinyayê. Ji ber sedema ku li nav axa Amerîkayê ji dayîk bûye, mafê hemwelatîbûna Amerîkayê qezenc kiriye. Dê û bavê wî piştî turneyê vedigerin Hong Kongê.

Bruce Lee piştî zarokatiya xwe li Hong Kongê derbas dike, dema dibe 18 salî, di 17’yê Gulana 1959’an de, careke din vedigere San Franciscoyê. Piştî du salan qeyda xwe li Zanîngeha Washingtonê çê dike. Bes perwerdehiya li zanîngehê di nêvî de dihêle û hemû wextê xwe dide ser hunera lêxistinê ya Jeet Kune Do (Şêwaza Kulma Pêşgirtinê) û hewl dide vê hunerê bi pêş de bibe.

Bruce Lee di sala 1960’î de li Hollywoodê dest bi kar dike. Bi taybetî bi karaktera “Kato” ya di rêzefilîma “The Green Hornet (Kermoza Kesk)”ê de balê dikişîne. Bes di vê demê de, çêker jê dixwazin karakterên klîşe bilîze. Tevî vê yekê li gorî hemkarên wî gelekî kêm pere dane wî.

Bruce Lee ji ber rewşa heyî aciz dibe û vedigere Hong Kongê. Li wir filîmên efsanewî yên “The Big Boss (Patronê Mezin)” û “Fist of Fury (Kulma Hêrsê)” dikişîne û bi van filîman êdî li cîhanê nav dide.

Bruce Lee di sala 1973’an de, hîna 32 salî jiyana xwe ji dest dide. Li gorî tespîtên wê demê, bi awayê fermî hat ragihandin ku ji ber dermaneke êşbir alerjî bûye û lewma jiyana xwe ji dest daye. Bes lêkolînên vê dawiyê û hin belgefilm destnîşan dikin ku Bruce Lee ji ber sedema hîponatremî (rûxandina gurçikan ji ber zêdevexwarina avê) yan jî qeyrana epîlepsiyê (ketina bi dayê) jiyana xwe ji dest daye.