Li herêma Cornwall a Îngilistanê, zimanê kernewek (Kornîş) ku bi sedsalan nedihat axaftin, îro di nav nifşên nû de ji nû ve şîn dibe. Li gorî nûçeya rojnameya The Guardian, di çarçoveya bernameya Go Cornish de nêzîkî 200 zarok li Lys Kernow (Avahiya Konseyê) li bajarê Truroyê civiyan da ku bi stran, çîrok û helbestan fêrbûna xwe ya vî zimanê keltî pîroz bikin.
Mamosteyên herêmê diyar dikin ku hînbûna zimanê kernewek alîkariya zarokan dike da ku pêwendiyeke kûrtir bi nasname û dîroka xwe ya herêmî re çêkin. Zarokên dibêjin ku ew ji hînbûna peyvên nû û stranên bi kernewek pir hez dikin.
Ev hemleya di nav dibistanan de ligel planên mezin ên Konseya Cornwallê tê meşandin. Konsey niha stratejiyeke 10 salî bi dawî dike ku armanca wê kernewek bibe zimanekî zindî û rojane. Di nav armancên sereke yên vê stratejiyê de daxwaza vekirina dibistana yekem a duzimanî, danîna tabelayên rêyan ên bi du zimanan û mafê qeydkirina zewac û jidayikbûnê bi zimanê kernewek hene.
Rêveberên herêmî wekî mînak serkeftina zimanê galî (gymraeg) nîşan didin û diyar dikin ku kernewek jî heq dike bibe beşeke girîng a jiyana rojane. Herçend budceya salane ya vê projeyê niha kêm be jî (170,000 sterlîn), naskirina fermî ya ziman di bin Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî an Kêmar de, hêzeke nû daye xebatan.
Hewldanên ji bo parastina kernewek
Ji destpêka salên 2000î û vir ve ji bo vejandina zimanê kernewek hewldanên mezin hatine kirin. Di encama serfirazîya qismî ya van xebatan de UNESCO vî zimanî ji lîsteya “zimanê mirî” derxistî ye. Niha kernewek di lîsteya “zimanê di bin xetereya dijwar de” hatîye bicîkirin.

Nexşe:Nilfanion, CC BY-SA 3.0
Li Cornwallea ku parêzgeheke Îngilistanê ye, 8,000î zêdetir xwendekar fêrî zimanê kernewek dibin. Kernewek zimanê yekemîn ê 500 kesî yên li vê parêzgehê ne û 3,000 kes jî bi vî zimanî dizanin.
Herwiha, di salên 2024-2025an de ji milyonekî zêdetir car ferhenga online a kernewek hatîye bikaranîn û 32 hezar peyv li zimanê kernewek hatine wergerandin. Ev dane jî wekî îşareteke eleqeya ji bo zimanê kernewek tê qebûlkirin.
Di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin



