Li Îspanyayê, bernameya efûya giştî ya ji bo koçberên bêbelge bi dawî bû. Hikûmeta Îspanyayê ragihand ku heta 30yê hezîrana 2026an, zêdetirî mîlyonek koçber û penaxwaz serlêdan kirine. Ev hejmar du qat ji pêşbîniyên destpêkê yên hikûmetê zêdetir e.
Li gorî vê biryarê, kesên ku şert û mercan bînin cih, wê destûra rûniştinê û xebatê ya yeksalî (ku dikare were nûkirin) bistînin. Ji bo bikevin ber vê efûyê diviyabû koçber beriya 3ê kanûna pêşîm a 2025an hatibin Îspanyayê, herî kêm pênc meh in li welat bin û qeyda wan a sûc tune be.
Çima ev biryar giring e?
Di dema ku gelek welatên Ewrûpayê polîtîkayên xwe yên koçberiyê tund dikin, hikûmeta Serokwezîr Pedro Sánchez rêyeke cuda dişopîne. Ji bo aboriya Îspanyayê, ev biryar xwedî giringiyeke krîtîk û stratejîk e:
Têkoşîna li dijî aboriya reş: Zêdetirî milyonek mirov ji qada nefermî derbasî qada fermî dibin. Ev yek tê wê wateyê ku karkerên nû dê bixebitin, bacê bidin û tevkariyê li sîstema sîgortaya civakî bikin.

Bersiva ji bo problema pîrbûnê: Nifûsa Îspanyayê bi lez zpîr dibe rêjeya jidayikbûnê kêm dibe. Hêza kar a ciwan a koçberan ji bo domandina gelek sektoran (wekî çandinî, avahîsazîyê) pêwîstiyeke sereke ye.
Mezinbûna Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN-GDP): Li gorî daxuyaniya Sanchez, bêyî keda koçberan, dibe ku aboriya Îspanyayê heta sala 2050an % 19 Biçûktir bibe. Ev efû dê bibe sedema geşbûna aborî û zêdebûna dahata giştî ya welat.



