Hikumeta apartheidê ya nîjadperest di sala 1974an de biryar da ku zimanê afrîkanî (afrikaans) û îngilîzî wekî zimanên fêrkirinê li dibistanên reşan bên bikaranîn. Afrîkanî zimanê ewrûpîyên welêt dagir kiribûn û loma gelek afrîkîyên reş vî zimanê wekî kolonyalîstan qebûl dikirin. Xwendekaran û mamosteyan bawer dikirin ku vê siyasetê perwerdehiyê dijwartir dike û armanca wê kontrolkirina civaka reş e.
Di sibeha 16ê hezîranê de, bi hezaran xwendekar ji gelek dibistanan ber bi Stadyûma Orlando ve meşiyan da ku protestoyeke aştiyane pêk bînin. Lê polîsan rê li wan girt û bi gaza çavsotîner û paşê jî bi çekan êrişî çalakgeran kir. Di nav yekem qurbaniyan de Hector Pieterson ê 12 salî hebû, ku wêneyê wî yê piştî gulebaranê bû sembola serhildanê.
Soweto bû sembola têkoşînê
Di roja yekem de dewletê ragihand ku 176 kes hatin kuştin. Lêbelê li gorî çavkanîyên din herî kêm 500 kes hatin kuştin û 2.000 kes jî birîndar bûn. Piştî vê, serhildan li gelek herêmên Afrîkaya Başûr belav bû û piştgiriyeke navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî apartheidê zêde kir. Bûyer bû semboleke di têkoşîna azadîya gelên bindest ên Afrîkaya Başûr û di dawiyê de rolek girîng di hilweşandina pergala apartheidê de lîst.
Niha, 16ê hezîranê li Afrîkaya Başûr wekî “Roja Ciwanan” tê bîranîn, û li gelek welatan jî wekî Roja Zarokê Afrîkayê tê pîrozkirin.



