SerupelCivakZanîngehên Swîsreyê di rêza cîhanî de cîyê xwe diparêzin

Zanîngehên Swîsreyê di rêza cîhanî de cîyê xwe diparêzin

Sê zanîngehên Swîsreyê ketin lîsteya 100 zanîngehên herî baş ên cîhanê. Du ji van zanîngehan li bajarê Zurîhê ne û yek ji wan jî li bajarê Lozanê ye.   

Swîsre ciyê xwe yê di lîsteya welatên ku xwedî zanîngehên herî baş in, dihewîne. Li gorî daxuyanîya “Rêza Zanîngehên Cîhanê ya QS 2027” (QS World University Rankings) sê zanîngehên Swîsreyê di nava 100 zanîngehên herî serkeftî yên cîhanê de cîh girtin. Xebat li ser mijarê ji aliyê saziya navneteweyî ya şêwirmendiya xizmetên xwendina bilind Quacquarelli Symonds ve hat kirin.

Zanîngeha herî serkeftî ya Swîsreyê dîsa Enstîtûya Teknolojiyê ya Federal a Zürihê (ETH Zürich) ye. Her çend ev zanîngeh îsal daketibe rêza rêza 8an jî, pênaseya xwe ya  “Zanîngeha Herî Baş” a li Ewrûpayê parast. Li gorî pisporan, ETH Zürich ji ber kalîteya lêkolînan, hilberîna zanistî, rûmeta akademîk a navneteweyî û serkeftina xwendekarên xwe yên di bazara kar de, zanîngeha herî li pêş a Ewrûpayê ye.

Enstîtûya Teknolojiyê ya Federal a Lozanê (EPFL) mîna sala borî di rêza 22an de ma. Herçî Zanîngeha Zürihê (UZH) ye, du gavan bi pêş de çû û gihîşt rêza 98an. Bi vî awayî jî careke din dikaribû bikeve nava 100 zanîngehên cîhanê.

Zanîngehên din ên Swîsreyê 

Li gorî rapora QSê, performansa 10 zanîngehên Swîsreyê yên ku hatine nirxandin, bi awayên cihêreng geş bûye. Hinek zanîngeh bi pêş de ketine, lê hinên din di lîsteyê de daketine ber bi jêr ve. Pêşketina herî balkêş  ji aliyê Zanîngeha Herêma Îtalyanî ya Swîsreyê (USI) pêk anî ye. USI 17 gavan bi carekê de bi pêş de ket û gihîşt rêza 456an.  Hat diyarkirin ku sedema vê serkeftinê, zêdebûna çavkanîyêne ku xebatên li vê zanîngehê hatine kirin nîşan didin. Zanîngeha Baselê jî heşt gavan bi pêş de ket û careke din ket nava 150 zanîngehên herî baş. Li aliyê din, zanîngehên Cenevê (168), Bern (191), Lozan (233), Fribourg (670) û Zanîngeha Zanistên Sepandî ya Zürihê (ZHAW) di rêza îsal de paş de ketin.

MIT zanîngeha herî baş e

Di lûtkeya rêza gerdûnî de îsal jî guherîn çênebû. Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. MIT ji bo cara 15an li pey hev wekî zanîngeha herî baş a cîhanê hat hilbijartin.Imperial College London a Brîtanyayê û Zanîngeha Stanfordê ya DYAyê ve di lîsteyê de MITê yê şopandin.

Cengiz Demirtaş

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.