Wezareta Derve ya Swîsreyê roja îro ragihand ku danûstandinên plankirî yên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de, ku diviyabû li Luzernê pêk hatibûna, hatine paşxistin. Li gorî wezaretê, her çend civîn hatibe paşxistin jî, xebatên amadekariyê li Burgenstockê ku li Luzernê ve ye, didomin.
Di heman demê de, Washintonê jî ragihand ku planên danûstandinên teknîkî hîn nehatine temamkirin. Cîgirê Serokkomarê Amerîkayê JD Vance jî duh derengê şevê ragihandibû, wî serdana xwe ya Luzernê betal kirîye.
Ji aliyê Îranê ve jî derbarê mijarê de ajansa Tasnimê ku nêzîkî Pasdaran e, agahîyek hat weşandin. Ajansê ragihand ku hîn ti biryarek teqez derbarê çûna şandeya Îranê ya Swîsreyê de nehatiye dayîn.



