Kuba di nav krîzeke aborîyê ya herî giran de reformên berfireh ragihand in ku dikarin di salên pêş de bandoreke mezin li aborîya welêt bikin. Serokê welêt Miguel Diaz-Canel got ku van armanca reformê zêdekirina hilberînê û vekirina rêya sermîyana ji bo veberhênanê ye.
Li gorî plana nû, rêveberîyên herêmî wê xwedî erkên berfirehtir bibin ku bikaribin çavkaniyên xwe yên darayî birêve bibin. Her wiha wê rê li ber veberhênanên kubayiyên ku li derveyî welêt dijîn jî were vekirin. Hikûmet dixwaze rêbazên bazirganî û veberhênanê hêsantir bike û gelek astengiyên burokratîk rake.
Yek ji guherînên herî girîng ew e ku sazîyên dewletê wê di bazara pereyên biyanî de roleke çalaktir bilîzin û di birêvebirina navxweyî de jî zêdetir demokratîk bibin. Hikumet her wiha plan dike ku hin alîkariyên giştî yên heyî bi rêbazek nû biguherîne û çavkaniyên xwe bi awayekî kêrhatî bi kar bîne.

Reforma dawî di vê dema ku aborîya welêt ji ber dorpêça Amerîkayê di nava krîzeke mezin de ye hatin rojavê. Kuba di salên dawî de ji alîyê aborîyê ve paş ve diçe û kêmasiya xwarinê û sotemeniyê, qutbûnên elektrîkê dibin parçeyeke jîyana welêt.
Her çiqas hikûmeta Kubayê van guherînan wekî beşek ji nûjenkirina modela aborîyê ya welêt pêşkêş bike jî, gelek pispor dibêjin ku giraniya krîza heyî û zextên Amerîkayê rêveberîya Havanayê neçar kirine ku li aborîya xwe ji modela kapîtalîst re vebike.



