SerupelKurdistanBarzanî, Barrack û Ebdî li hev civiyan

Barzanî, Barrack û Ebdî li hev civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di civîneke hevbeş de pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên herêmê nirxandin. Di civînê de giringîya hevkariya di navbera kurdan û Şamê de hat xêzkirin û Washington piştgiriya xwe ya bo aştî û aramiya herêmê dubare kir.

Îro li Hewlêrê civîneke sêalî di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo kar û barên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî de pêk hat. Rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê mijarên civînê bûn.

Li gorî agahiyên hatin belavkirin, alîyan bi taybetî li ser pêşveçûna diyalogê û hevkariyê ya di navbera kurdan û hikumeta Şamê de rawestîyan. Di civînê de hate diyarkirin ku rêya çareseriya pirsgirêkên heyî ji rêya gotûbêj û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê derbas dibe.

Tom Barrack di civînê de bal kişand ser helwesta Washingtonê û got ku Amerîka wê piştgiriya xwe ji bo parastina aştî, aramî û dîtina çareseriyên siyasî ji bo meseleyên Sûriyeyê bidomîne.

Herçî Nêçîrvan Barzanî bû, girîngiya diyalogê di navbera alîyan de îfade kir destnîşan kir ku parastina mafên kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê bingeha her çareseriyeke domdar e. Barzanî herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya hewldanên ku armanca wan parastina asayîş û aramiya herêmê be, dîyar kir.

Di dawiyê de, aliyan li ser pêdiviya zêdekirina hevkarî û hevahengiya hevpar ji bo rûbirûbûna xetereyên terorê û avakirina ewlehiyeke mayînde li herêmê gotûbêj kirin.

Heta niha daxuyaniyeke fermî û berfireh li ser detayên nuqteyên li ser hatine lihevkirin nehatîye belavkirin.

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.