Amerîkayê tevî BYD, Alibaba û Baiduyê, 188 şîrketên Çînê bi hinceta ku ewlekariya wan tehdît dike, xist nava lîsteya şîrketên alîkariya artêşa Pekînê dikin.
Lîsteya Amerîkayê destnîşan dike ku reqabeta aborî û teknolojîk a di navbera herdu welatan bi awayekî din dewam dike.
Şîrketa BYD’yê ya ku erebeyan hildiberîne, şîrketa Amerîkayê Tesla li pêyî xwe hiştibû û bibû yekem şîrketa ku herî zêde erebeyên bi elektrîk firotiye.
Lewma jî tê payîn ku vê hemleya Amerîkayê wê rageşiya bi Çînê re careke din bilind bike.
Rêveberiya Washingtonê îlana lîsteyê hiştibû pêyî serdana Serokê Amerîkayê ya Çînê. Lewre Donald Trump qasî mehekê berê çibû serdana Pekînê û bi serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtin pêk anîbû. Li pêyî hevdîtinê, herdu welatan di mijara şerê bazirganiyê de agirbest dabûn ragihandin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê bertek nîşanî vê lîsteya li pêyî serdanê bi mehekê da. Lîsteya Amerîkayê wekî lîsteya cihêxwaziyê pênasekir û diyar kir ku Amerîka bi vê lîsteyê zextan li şîrketên Çînê dike. Pê re jî bang kir ku bila Amerîka “vê şaşiya xwe” rast bike.
Wekî rêveberiya Pekînê, şîrketên ku ketina nava lîsteyê jî bertek nîşan dan û şermezarî dan lîsteyê.


