Serokê Çînê Xi Jinping di serdana xwe ya ewil a Bakurê Koreyê de îro gihîşt paytext Pyongyangê. Ev serdan wekî hewldaneke dîplomatîk a ji bo bandora wê ya li ser siberoja nîvgirava Koreyê tê qebûlkirin. Ev serdan di demeke ku Bakurê Koreyê bi Rûsyayê re têkiliyên polîtîk, aborî û leşkerî xurt dike pêk tê.
Herçiqas daxuyanîyên fermî qala hevalbendî û hevkarîyê dikin jî, armanca Xi ji têkiliyên normal wêdetir hemleyeke stratejîk tê qebûlkirin. Çînê demeke dirêj Bakurê Koreyê wekî welatekî tampon qebûl kiribû ku wê ji Başûrê Koreyê ya hevalbendê Amerîkayê vediqetand.
Fikarên ji bo Rûsyayê
Analîst dibêjin, Pekîn ji ber xurtbûna têkiliyên Bakurê Koreyê yên bi Rûsyayê re bi fikar e. Bi rêya têkiliya rasterast a bi serokê vî welatî Kim Jong-un re. Xi nîşan dide ku ew hevalbendê herî binirx ê Bakurê Koreyê ye. Çîn hîn jî partnerê herî li pêş a bazirganîya bi vî welatî re ye ku ji bo îstikrara aborîyê ya Bakurê Koreyê pir giring e.
Hêzeke jeopolîtîk
Serdana Xi Jingping di heman demê de daxwaza Çînê ya xurtkirina lîderîya xwe ya li seranserê Asyayê jî dikare bê dîtin. Di demên dawî de hem lîderên Rûsya û Amerîkayê hatin serdana Pekînê û ev jî wekî mezinbûna rola Çînê ya di meseleyên cîhanê de hat şîrovekirin. Li alîyekî din, Çînê bi vê serdanê peyamekê dişîne reqîb û hevalbendên xwe yên li herêmê û nîşan dide ku ew ê wekî hêzeke sereke ya jeopolîtîk hebûna xwe ya li nîvgirava Koreyê bidomîne.
Kim Jong-un ji serdanê razî ye
Têkiliyên bi Çînê re ji bo Bakurê Koreyê firsendên aborîyê zêde dike û meşrûîyeta wê ya di qada navneteweyî de xurtir dike. Bakurê Koreyê tevlî çekên nukleerî welatekî xwedî hêzeke leşkerî ya xurt e lêbelê ji ber ambargoyên Amerîka û hevalbendên wê, di asta global de pir zêde hatîye îzolekirin. Seroêkê Bakurê Koreyê Kim Jong-un dixwaze bi rêya dîplomasîyê Çînê vê dorpêçê hinekî din jî nerm bike.



