SpaceX ku şîrketa fezayê ya Elon Musk e, xwe ji bo hemleya herî mezin a borsayê amade dike. Şîrket plan dike ku qismeke hebûna xwe di borsayê de bifiroşe û 75 milyar dolar pere bi dest bixe.
Di çarçoveya vê operasyona fînansî ya herî mezin a di dîroka borsayê de wê 555 milyon hîseyên şîrketê bên firotin. Bihayê hîseyên di borsayê de wê ji 135 dolarî dest pê bike. Eger vê planê bi ser bikeve wê nirxê SpaceXê bigihîje derdora 1.8 trilyon dolarî.
Plana ku SpaceX pêşkêş dike, ji alîyê rêbazê ve jî balê dikişîne ser xwe. Ji ber ku berîya plan bê cîbicî kirin, şîrketê derbarê wê de daxuyanî da. Ev yek di borsaya Amerîkayê Wall Streetê de pir kêm pêk hatîye û sebeba vê ev e ku Elon Musk dixwaze li derveyî prosedûr û pratîkên fînansî tevbigere.
Şîrleta SpaceX ku pir bi lez mezin dibe û dahata wê di 2025an de bi rêjeya ji % 33an 18.7 milyar dolar zêde bû. Eger şîrket plana xwe ya ji bo borsayê bibe serî wê Elon Musk bikaribe bibe trîlyonerê yekemîn ê cîhanê.
Derbarê SpaceXê de
SpaceX ji alîyê karsazê amerîkî Elon Musk ve di 2002an de hat damezrandin. Armanca Musk kêmkirina mesrefên ji bo hatûçûna fezayê û li Marsê damezrandina kolonîyeke mirovan a li Marsê bû. SpaceX di demeke kurt de bû şîrketa şexsî ku li derveyî dewletê keştîyeke fezayê şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Şîrketê bi dûv vê re jî astronatan şand heman îstesyonê û di vî warî de jî bû şîrketa yekemîn. Îro SpaceX di xebatên fezayê de, bi taybetî jî di warê xebata roketan, torên satelîtan û projeyên teknolojîyê yên pêşketî de yek ji şîrketa herî li pêş a cîhanê ye.



