Şîrketa Aqlê Çêkirî (AI) Anthropicê pêşnîyaz kir ku eger fikarên ewlehîyê zêde bibin, leza pêşketina sîstemên Aqlê Çêkirê divê bê kêmkirin. Anthropic di daxuyanîya xwe de da zanîn, eger rewş wiha dom bike wê sîstemên Aqlê Çêkirî xwe bigijînin qonaxekê ku pêdivîya wan kêm bi mirovan hebe. Şîrketê dîyar kir ku hikumet û sazî ji bo pêşketineke wiha ne amade ne.
Anthropicê balê kişand ser pêdivîya hevkarîya global a ji bo kêmkirina leza pêşketina Aqlê Çêkirî û ji bo vê jî hevkarîya Amerîka û Çînê pêşnîyaz kir. Li gorî Anthropicê gaveke bi vî rengî divê ji alîyê her welatê cîhanê ve bê qebûlkirin da ku reqabeta alîyên dijber bê sekinandin.
Tê texmînkirin, pêşnîyaza Anthropicê wê li Amerîkayê rastî reaksîyonan were. Ji ber ku elîtên sîyasî û teknolojîyê yên Amerîkayê di wê bawerîyê de ne ku sekinandina leza pêşketina Aqlê Çêkirî wê Amerîkayê li hemberê Çînê lawaz bike. Li alîyekî din, hin pisporên mijarê jî ji mebesta rastîn a Anthropicê guman dikin ku dibêjin ku Anthropic ji bo bikaribe reqîbên xwe yên di heman sektorê de derbas bike vê pêşnîyazê dike.

Derbarê Anthropicê de
Anthropic şîrketeke Aqlê Çêkirî ya Amerîkayê ye ku di sala 2021an de li San Franciscoyê hatîye damezrandin. Damezrînerên şîrketê xebatkarên berê yên şîrketa Aqlê Çêkirî OpenAIyê ne ku di nava wan de Dario and Daniela Amodei jî hene. Şîrketê, modela xwe ya Aqlê Çêkirî Claudeê pêşkêşî vê sektorê kir. Bala Anthropic herî zêde li ser ewlehîya Aqlê Çêkirî û pêşketina tê de berpirsî heye. Anthropic tevlî OpenAI, Google û çend şîrketên teknolojîyê, çend ji şîrketên herî mezin ên di vê sektorê de ye.
Nirxê pîyaseyê ya Anthropicê 965 milyar dolar e û ev jî wê li cîhanê dike şîrketa herî binirx a Aqlê Çêkirî. Niha bi rêya hebûna xwe ya di borsayê de, şîrketê hêvî dike nirxê xwe bike 1 trîlyon dolarî. Dahata salane ya Anthropicê di 2025an de 9 milyar dolar bû. Lêbelê niha dahata şîrketê ya salane gihîştîye 47 milyar dolaran.



