Nakokîyên Amerîka û Ewrûpayê rola Fransayê ya di parastina welatên ewrûpî de derdixe pêş. Fransaya ku xwedî çekên nukleer e, dixwaze welatên ewrûpî di dewsa Amerîkayê de têkevin bin sîwana wê ya çekên atomê.
Piştî çend welatên din, vê carê jî Norwêc wê ji bo ewlehîya xwe têkeve bin sîwana çekên nukleerî yên Fransayê. Biryara li ser vê mijarê di 26ê gulanê de di hevdîtina serokê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîrê Norwêcê Gahr Stor de hat ragihandin.
Herdu lîderan di civîna li Osloyê dîyar kirin ku tevlîbûna Norwêcê ya bernameya parastina nukleerî ya Fransayê wê ewlehîya li Ewrûpayê pêş ve bibe. Norwêc û Fransa di heman hevdîtinê de peymaneke parastinê jî îmze kirin. Bi vê peymanê wê her du welat di warê tedbîrên li hemberê şerê hîbrîd, ewlehîya deryayî û fezayê de hevkarîyê bikin .
Pêşketina mîlîtarîzma li bakurê Ewrûpayê bi şerê Rûsya-Ukraynayê re hatibû rojevê û Swêd û Fînland ku herdu jî cîranên Norwêcê ne tevlî NATOyê bûbûn. Norwêca ku endamê NATOyê tedbîrên parastinê xurtir kiribûn û di şeş mehên dawî de jî bi Almanya û Brîtanyayê re peymanên parastinê îmze kiribûn.
Emanuel Macron di adarê de ji bo parastina Ewrûpayê bernameya xwe ya bikaranîna çekên nukleerî ragihandibû. Fransa tekane welatê Yekitîya Ewrûpayê ye ku xwedî çekên nukleer e. Li gorî agahîyên Înstîtuya Lêkolînên Aştîyê yên Navneteweyî yên Stockholmê (SIPRI) Fransa xwedî 290 serikên nukleer in û ji % 80yî van serikan ji li noqavan hatine barkirin.
Berîya Norwêcê heşt welatên din -Almanya, Belçîka, Denmark, Holanda, Polonya, Swêd û Yûnanistan tevlî bernameya sîwana çekên nukleer bûbûn.



