Guhertineke girîng ji bo ukraynîyên ku li Swîsreyê di bin statuya parastina S de dijîn, ku piştî şerê Rûsya-Ukraynayê ket meriyetê, di rojevê de ye. Li gorî rêziknameyên heyî yên Konseya Federal, kesên ku pênc sal in bi statuya S bênavber li welêt dijîn, dê ji sala 2027an û pê ve bikaribin derbasî destûra rûniştinê ya B werbigirin.
Swîsreyê di adara 2022an de cara yekem di dîroka xwe de “statuya parastina S” da nasîn. Pergalê mafê rûniştina bilez, kar û perwerdeyê ji sivîlên ku ji ber şer ji Ukraynayê reviyabûn re peyda kir. Bi vî awayî, mekanîzmayeke parastina demkî bêyî hewcedariya prosedurên penaberiyê yên klasîk hate bicîhanîn. Li gorî daneyên Ofîsa Federal a Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM), ji destpêka şer û vir ve zêdetirî 110,000 ukraynî ji bo statuya S serlêdan kirine. Lêbelê, ji ber kesên ku vedigerin welatê xwe û yên ku diçin welatên din, hejmara xwediyên statuya S ya aktîf niha li dora di bin 70,000î de ye.
Statuya S di 207an de bi dawî dibe
Li gorî daneyên fermî, beşek giring ji ukraynîyên ku li Swîsreyê dijîn, jin û zarok in. Hikumeta federal û kanton bi rêya perwerdehîya ziman, beşdarbûna di bazara kar de û bernameyên perwerdehîya pîşeyî piştgirîya entegrasyona ukraynîyan dikin. Konseya Federal, bi sebeba ku rewşa ewlehîyê li Ukraynayê di demeke kurt de aram nebe, biryar da ku statuya S heta adara 2027an dirêj bike.
Ji aliyekî din ve, hikumetê ragihand ku bidestxistina statuya S dê ji sala 2025an û bi şûn ve dijwartir be. Li gorî vê yekê, tenê kesên ji deverên ku ji şer an jî deverên di bin dagirkeriya Rûsyayê de hatine wê bikaribin vê statuyê bigirin.
Li gorî pisporan, pêvajoya destûra rûniştinê ya B ku dê di sala 2027an de dest pê bike, dê ji bo entegrasyona daîmî ya ukraynîyên ku demeke dirêj li Swîsreyê dijîn, xaleke krîtîk be. Destûra B ewlekariya rûniştinê ya bihêztir, azadiya tevgerê ya mezintir di bazara kar de, û mafên girîng di warê plansaziya jiyana demdirêj de peyda dike. Di çarçoveya qanêna heyî de kesên ku pênc salan bi statuya S li Swîsreyê dijîn, dê ji sala 2027an û pê ve karibin destûra rûniştinê ya B bigirin.
Nirxandinên asta federal nîşan didin ku bi qasî 46,000 kes dikarin di bin vê kategoriyê de bin. Di heman demê de, tê gotin ku barê li ser kanton û şaredariyan dê bi girîngî zêde bibe ji ber ku hikûmeta federal dê piştî pênc salan piştgiriya darayî biqedîne.
Cengiz Demirtaş



