SerupelNûçeVîrusa Ebolayê li Afrîkayê belav dibe, xetere ji bo cîhanê jî heye

Vîrusa Ebolayê li Afrîkayê belav dibe, xetere ji bo cîhanê jî heye

Dîrektorê Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser rewşa dawîn a vîrusê li bajarê Cenewê yê Swîsreyê civîna çapemeniyê li dar xist. Dîrektorê rêxistinê “rewşa lezgîn a tendurustiya gel” îlan kir.

Vîrusa Bundibugyo ya çeşîdekî vîrûsa Ebolayê li welatên Afrîka Komara Demokratîk A Kongoyê û Ûgandayê belav dibe. Li gorî daneyên Rêxistina Tendurustiyê ya Navneteweyî heta niha 600 nexweş hatine tespîtkirin û 139 kesan jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Dîrektorê Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser rewşa dawîn a vîrusê li bajarê Cenewê yê Swîsreyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Her çiqasî got rewşa heyî hîna nikare wekî pandemiyê bê pênasekirin jî, Ghebreyesus dema axaftina xwe destnîşan kir ku girîngiya vîrusê ji bo hemû qada navneteweyî heye, lewma jî  “rewşa lezgîn a tendurustiya gel” îlan kir.

Ghebreyesus dibêje rîska pandemiyê li herêmê di radeya bilind de ye. Tevî ku heta niha li Komara Demokratîk A Kongoyê ji 51 nexweşan pêbawer bûne ji ber vîrûsê ye jî, texmîn dikin ku vîrûs hê zêdetir belav bûye.

Li gorî dîrektorê rêxistinê radigihîne, derziya vîrusê hîna nehatiye pesendkirin û tedawiya vîrusa Bundibugyê tune ye.

Li Kongoyê di navbera salên 2018 û 202’an de nêzî 2.300 mirovan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Konrol û Pêşîgirtina Nexweşiyê ya Afrîkayê CDC hişyariyê dide, ji ber şîdeta li herêmê ya çeteyan û ciguherînên girseyî, nikarin xebatên şopandinê bimeşînin.

Çî ye Vîrusa Ebolayê?

Vîrusa Ebolayê di hundir û derveyê canê mirov û meymûnan de dibe sedema ku xwîn ji wan here. Lebatên wan bêkêr dike. Vîrus gelekî zû belav dibe û îhtimala mirinê ya ji ber vê vîrusê ji %50 ye. Lewma jî di 4. Gruba Rîskê de tê hesibandin.

Vîrusa ku navê xwe ji Çemê Ebola yê li Komara Demokratîk A Kongoyê wergirtiye, cara ewil di sala 1976’an de hatiye dîtin.

Ebola ji heywanan dikare derbasî însanan bibe.