SerupelNûçePiştî Trump, Pûtîn jî çû serdana Çînê

Piştî Trump, Pûtîn jî çû serdana Çînê

Hat ragihandin, Pûtîn û Jinping li ser stratejiya demdirêj rawestiyane û destnîşan kirine ku divê pergeleke adilanetir a rêvebirina gerdûnî bê teşwîqkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi çar rojan çû serdana Serokê Çînê Xi Jinping.

Pûtîn û Jinping li paytext Pekînê hevdîtina yek bi yekî pêk anîn. Pê re jî şandeyên herdu welatan li hev civiyan.

Hat ragihandin, Pûtîn û Jinping li ser stratejiya demdirêj rawestiyane û destnîşan kirine ku divê pergeleke adilanetir a rêvebirina gerdûnî bê teşwîqkirin.

Li pêyî hevdîtinan, ji bo şirîkatiya berfireh, hevkariya stratejîk û têkîliyên xwe yên cîranî û dostaniyê xurt bikin herdu lîderan Danezana Hevpar îmze kirin.

Beriya hevdîtinê Serokê Çînê Xi Jinping got: “Têkîliyên Çîn û Rûsyayê ji ber sedema ku me li beramberî hev baweriya siyasî û hevkariya stratejîk xurt kiriye, gihîştiye vê radeyê.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî destnîşan kir ku têkîliyên di navbera Rûsya û Çînê de ji bo parastina îstikrara gerdunî dibe alîkar. Hevkariya Rûsya û Çînê mînakeke hêjayî pesindayînê ye. Armanc ew e ku ew halxweşiya gelên Rûsya û Çînê zêdetir bikin.

Vladimir Pûtîn pê re jî got: “Emê hevkariyê xurttir bikin, li platformên navneteweyî jî emê bi hev re bixebitin.”