SerupelKurdistanGava stratejî tune be, aştî jî tune ye: Rastiya hilweşîna prosesa kurdan...

Gava stratejî tune be, aştî jî tune ye: Rastiya hilweşîna prosesa kurdan a Tirkîyeyê

Karim Franceshi îdîa dike ku pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de têk neçûye, lê gava xizmeta berjewendiyên stratejîk ên Enqereyê neke dê raweste. Her wiha dibêje muzakere ji riyeke çareseriyê zêdetir navgîna îqtîdarê ye.

Di gotareke xwe ya di Substackê de hatî weşandin de dibêje ku prosesa aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de ku ev qederekêye sekiniye, têk neçûye lê di pratîkê de hatiye “cemidandin” û dînamîkên binyadî yên kûr ên li pişt muzakereyan radixe ber çavan.

Franceschiê ku ji daxuyaniyên Abdullah Ocalan û Murat Karayilan derdikeve rê, dibêje ku cudahiya di navbera bangawaziya rawirana siyasî û daxwazên mîsoger ên stratejîk de her ku diçe kûrtir dibe.  Franceschi dibêje ku helwesta Karayilan rastiya pêşniyarê radixe ber çavan: “ewilî çek berde, piştre bawer be, niha ji ortê winda be, qet muzakere neke.”

Franceschi mijarê li gorî bergeha Carl von Clausewitz digire dest û dibêje şer û aştî niçikên heman têkoşîna siyasî ne. Li gorî vê bergehê sekinandina pevçûnan lihevkirinê îfade nake berevajî vê şemitîna dengeya hêzê îfade dike. Û dibêje ku “Heke aliyekî gitrîgehên xwe, dadgehên xwe, artêşa xwe û hwd di destê xwe de bigire… wê çaxê ev ne aştî ye, lê belê binyada teslîmiyetê ya ku bi peyvên xwe hatiye xemilandin e.

Gotar pêvajoya 2013-2015an ku di serdema Recep Tayyip Erdogan de dihat muzakerekirin û bi taybetî jî piştî hesabên hilbijartinan guherîn şûnde ji nişkê ve hatibû bidawîkirin, ji nû ve digire dest. Franceschi dibêje ku ji hêla dîrokî ve hewldanên aştiyê bi pêdiviyên siyasî re lihevkirî ne û gava ev pêdivî ji holê rabin bi heman lezê hewldan jî ji holê radibin. Her wiha îşaret dike ku dînamîkên ku li Sûrî guherîn hem zexta li ser Enqereyê kêmtir kir û hem jî teşwîqên levkirinê lewaztir kir.

Franceschi dibêje ev bêçaretî tenê ji muzakereyên têkçûyî pêk nayê; aliyekî hemû kontrolê di destê xwe de digire û ji aliyê din jî tê xwestin ku beyî ku ewlehî hebe dev ji hêza xwe ya levkirinê berde û ev yek jî tê wateya bêdengetiya hêzê. Di vê çarçoveyê de, tiştê wekî riya ku diçe aştiyê tê pêşwazîkirin, ji bo wê vediguhere daxwazeke yekalî ya ji hêla dînamîkên herêmî ve hatî teşedayîn û berjewendiyên siyasî yên guherbar.

Wekî encam, gotara xwe bi vî rengî bi dawî dike; “Karayilan ji vê re dibêje pêvajoyeke qerisî. Bi gotineke din pêvajoyeke kevnbûyî. Teslîmiyet her tim di zimanê aştiyê de hatiye pêşkêşkirin. Ziman vê naguherîne.”

Îngilîzîya nûçeyê di vê lînkê de ye 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.