Komeleya Çand û Zimanê Kurdî kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe.
Kongreya asayî wê 24ê gulanê de pêk were.
Komeleyê bi armanca tevlî kongreyê bibin bang li endam û dilsozên zimanê kurdî kirin.
Komeleya Çand û Zimanê Kurdî di sala 2023an de li bajarê Rihayê hat damezrandin.
Zimanas Samî Tan di damezrandina komeleyê de pêşengî kir û di nava desteya rêvebir de cî girt.
Armanca komeleyê “parastin û bipêşvebirina çand û zimanê kurdî” ye.
Riha bajar û parêzgeheke mezin a li bakurê Kurdistanê ye ku civaka wê ji kurd, ereb û tirkan pêk tê.
Nifûsa parêzgehê 2.3 milyon e û 1.1 milyon ji vê nifûsê kurd in.


