SerupelÇandHejmara 12. a LEWergerê hat weşandin

Hejmara 12. a LEWergerê hat weşandin

“Serê sedsal û zemanan e dinya li ber şer çûye... şewta şer, jana mirinê dijî...Lê sedsaleke sax e (û helbet berî wê jî!) nemaze jî em, war û welatê me, neteweya me, dar û devî, deşt û berrî, kevir û kuç û çiya, çand û bermahî, al û newal, ax û baxistana me jî bi erê û nayên xwe, têra xwe serwextî teqabil û wateya şer in: Erê, kurd jî wekî qewm wer di şer de bûne û wê êşê baş dinasin.”

Hejmara 12. a kovara wergera helbestê LEWerger hat weşandin.

Di vê hejmarê de helbestên li ser “şer û mirinê” cî girtine û hejmar “ ji bo xelkê xwe yê Kobaniyê, Rojava û Rojhilat” hatîye dîyarkirin.

Di pêşgotina kovarê de bi van gotinên balkêş meseleya “şer” cî digire:

“Serê sedsal û zemanan e dinya li ber şer çûye… şewta şer, jana mirinê dijî…Lê sedsaleke sax e (û helbet berî wê jî!) nemaze jî em, war û welatê me, neteweya me, dar û devî, deşt û berrî, kevir û kuç û çiya, çand û bermahî, al û newal, ax û baxistana me jî bi erê û nayên xwe, têra xwe serwextî teqabil û wateya şer in: Erê, kurd jî wekî qewm wer di şer de bûne û wê êşê baş dinasin.”

Wergerên ji zimanên îngilîzî, fransî, îspanyolî, îtalî, farisî, erebî û hin zimanên din cî digirin

Edîtorên hejmara dawî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Seyîdxan Kurij, Aysel Tabak, Alan Hemo, Aydin Ekîn, Ebas Mûsa, Tengezar Marînî

Kovara LEWergerê ji 4 mehan carekê tê weşandin û 2022an û vir ve weşana xwe didomîne. Zimanên kovarê kurmancî, zazakî û soranî ye lê herî zêde werger bi kurmancî tên weşandin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.