Di sala 1996’an de, dokumaneke giranbiha ya navneteweyî ya wekî Danezana Mafên Ziman A Gerdunî tê zanîn -wekî Danezana Barcelonayê jî tê pênasekirin- di serî de zimanên di bin xetereyê, armanc dike ku mafên civakên ziman ên seranserê cîhanê biparêze.
Danezana ku Klûba PEN’a Navneteweyî jî di nav de, ji aliyê saziyên curbecur hatiye amadekirin, destnîşan dikin ku cihêrengiya ziman parçeyekî bingehîn ê nasnameya çandî û mafê mirovan e. Tevî ku ji UNESCO’yê re hatiye pêşkêşkirin jî, ji ber sedema hîna bi awayê fermî pesend nebûye, li gel bandora wê ya qanûnî qels e jî, bandorê li qada gerdûnî dike.
Dîroka amadekirina danezanê
Vê danezanê di Konferansa Cîhanê ya li ser Mafên Ziman a navbera dema 6-9’ê Hezîrana 1996’an li Barcelonayê li dar ket hat qebûlkirin. Di vê çalakiyê de pispor, Saziyên Civaka Sivîl û saziyên çandî bi boneya fikarên li ser wendakirina ziman û newekheviyê rawestin hatin gel hev.
Tevî ku civaka sivîl piştevaniyeke xurt da jî, danezan hîna jî nebûye dokumeke mecbûr. Tevî vê yekê, wekî referansê xizmeta qanûnçêker, perwerdekar û aktîvîstan ên ji bo parastina cihêrengiya ziman dixebitin dewam dike.
Naverok
Danezan ji bo di nava hemû zimanan û axaftînerên van zimanan de wekhevî pêk were çarçoveyeke berfireh a mafên ziman derdixe pêş. Di rêveberiya raya giştî, perwerdehî, medya, îfadeya çandinî û çalakiyên sosyoekonomîk de mafê kesan ê bikaranîna ziman destnîşan dike.
Herweha, li ser girîngiya destûr bê dayîn ku kes û civak, navdayîn û xwegihîştina teknolojiyên ragihandinê jî di nav de, karibin di jiyana rojane de nasnameyên xwe yên ziman biparêzin jî radiweste.
Tevî vê yekê, Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, dokuman bangî hikûmetan û saziyên navneteweyî dike ku ji bo van mafan bên parastin û pêşxistin bila gavên aktîf bavêjin. Pêşniyar dike ku ji bo çavdêrî û piştevaniya mafên ziman li seranserê cîhanê pergalên şêwirmendiyê werin sazkirin.

