Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çû serdana Çînê. Lavrov ji aliyê serokê Çînê Xi Jinping ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Çînê Xi Jinping dema serdanê destnîşan kir ku divê Çîn û Rûsya bi boneya karibin berjewendiyên xwe yên rewa û yekîtiya welatên Başûra Gerdûnî biparêzin, divên koordînasyona stratejîk a xurt pêk bînin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li pêyî hevdîtinên bi rayedarên Çînê, ji çapemeniyê re axivî. Lavrov got: “Washington dixwaze bahrê Rûsyayê bavêje ser Ewrûpayê û tenê bi têkoşîna li dij Çînê mijûl bibe.”
Lavrov pê re jî got: “Dixwazin hemû encamên şerê Ûkraynayê bavêjin ser Ewrûpayê û maliyeta li ser butçeya Amerîkayê sivik bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li ser têkîliya bi Îranê re jî got ew di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de têkîliyê dewam dikin. Lavrov pê re jî got: “Moskow amade ye ku ji bo çareseriya pirsgirêka ûranyûma dewlemendkirî bibe alîkar.”
Lavrov dibêje bêyî ku mafê Îranê yê ku dewir nabe bê binpêkirin, ûranyûma dewlemendkirî dikare veguhere alava sotemeniyê û ew dikarin qismekî vê ûranyûmê li Rûsyayê depo bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê pê re jî daxwaz kir ku bila Washington rasteqîner tev bigere û êrîşa li dij Îranê bide sekinandin.

