Îsraîlê li pêyî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê bi saetan, êrîşên giran li paytext Beyrûdê ya Libnanê û derdora wê pêk anî.
Artêşa Îsraîlê îddia kir ku ji destpêka êrîşên wekî “Şêrê Diore” pênase dike û vir ve, êrîşa herî bi koordîne pêk aniye, zêdetirê 100 navendên qumandariyê û tesîsên leşkerî yên Hizbullahê kiriye hedef. Erîş tenê ne li paytext Beyrûdê, herweha li Geliyê Bekaayê û Başûrê Libnanê jî pêk hatin.
Tê gotin ku beriya êrîşan çi hişyariyek li sivîlan nehatiye kirin. Êrîşên li Libnanê seranserê rojê dewam kirin. Di encama êrîşan de gelek avahî bûn kavil. Bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Hejmara kesên di bin kavilan de maye nayê zanîn. Tîmên rizgariyê xebatên rizgariyê didomînin, hewl didin şêniyan ji bin kavilan rizgar bikin.
Hikûmeta Lubnanê ragihand, di encama êrîşên Artêşa Îsraîlê de zêdetirê 250 kes hatine kuştin. Hikûmetê bo rojekê şîn îlan kir.
Îsraîlê li pêyî şerê li dij Îranê yê ku tevî Amerîkayê dabû destpêkirin, di 2’yê Adarê de li Lubnanê jî şer dabû destpêkirin. Êrîşên dawîn, ji destpêka şer a 2’yê Adarê û vir ve, wekî êrîşên herî giran ên li Lubnanê ket qeydan.
Êrîşên Îsraîlê bû sedema nerazîbûnan. Êrîşên li Lubnanê wekî ku “guh nade agirbesa di navbera Amerîka û Îranê” tê ravekirin. Lewre yek ji şertên agirbestê ev e ku dibêje: “Lubnan jî di nav de, li hemû eniyan, şerê li dij komên mutefîk divê bê bidawîkirin.”

