“Konferansa Damezirandina Platforma Neteweyî ya Kurdan” îro li Amedê dest pê kir.
Armanca konferansê di astên neteweyî û navneteweyî de dîtina rêûrêbazên temsîliyeta kurdan e.
Konferans wê di 29ê adarê de bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl tevlî vê bernameyê dibin.
Hat ragihandin, li derdora 400 kes ji bo konferansê hatine vexwendin.


