SerupelKurdistanRekabeta di navbera PKK û PDKê de teşe dide siyaseta kurd

Rekabeta di navbera PKK û PDKê de teşe dide siyaseta kurd

Rekabeta di navbera PKK û PDKê de ji pevçûnên çekdarî wêdetir her ku diçe bêtir teşe dide nasnameya siyasî ya kurd. Li gorî Dr. Yunus Abakay her du tevger jî bi riya medya, saziyên li dîasporayê, alîkariyên însanî û sembolên çandî yên mîna pîrozbahiyên Newrozê têkoşîna desthilatiyê didin. Hevsenga desthilatiyê ji ber sedemên mîna rewatiya rêveberiya PDKê, çavkaniyên aboriyê û têkiliyên berfireh ên navneteweyî di lehê PDKê de xuya dike.

Di analîzeke nû ya Dr. Yunus Abakay a ku di The Amargi de hatiye weşandin de bal tê kişandin ku rekabeta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) mezin dibe û ev rekabet wekî “rekabeteke pirenî ya ji bo hêza nerm” a ku li Rojhilata Navîn û Ewropayê teşe dide nasnameya siyasî ya kurd tê pênasekirin.

Gotar vê yekê diparêze; ev rekabet di pîrozbahiyên Newrozê de bêtir tê xuyakirin. Li Almanyayê alîgirên PDKê û PKKê cûda cûda pîrozbahî li dar dixin û ev pîrozbahiyên cûda boçûnên cûda yên siyasî didin der. Çalakiyên mezin ên ku bi posterên Abdullah Ocalan tên xemilandin alîgirên PKKê dixe nav tevgerê. Her ku diçe çalakiyên ku ji aliyê alîgirên PDKê ve tên lidarxistin zêde dibin û her wiha gihaniya rêxistinî jî berfireh dibe.

Li gorî Abakay PKKê bi riya berxwedêriya dîrokî, azadiya zayendiya civakî û têgehên dereneteweyî bandoreke xurt a bîrdoziyê daye meşandin. Tevgerê bi dehan sal li tevahiya Ewropayê gelek sazî û dezgehên çandî û medyayê ku di teşedayîna nasnameya siyasî ya dîasporaya kurd de bûne xwedî rol ava kirine.

Tevî vê PDK, ji bo bandora xwe ya di qada navneteweyî de berfirehtir bike her ku diçe hêza xwe ya desthilatiyê ya li Herêma Kurdistana Iraqê bêtir bi kar tîne. Di gotarê de tê diyarkirin ku PDK dikare bi rehetî xwe bigihîne sazî û dezgehên dewletê, têkiliyên dîplomatîk û çavkaniyên aboriyê ev yek jî derfet dide ku rêxistinên xwe yên li dîasporayê û hewldanên alîkariyên însanî xurttir bike û bi vî awayî jî rewatiya xwe ya siyasî xurttir bike.

Wekî mînak jî Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê ya di pêşengiya Shîfa Barzanî de tê dayîn. Ev konfederasyon ji bo ku hêza PDKê ya li derwelêt xurt bike têkiliyên kar û siyasî entegre dike.

Medya teşe dide rekabeta jeopolîtîk û alîkariyê

Hebûna di medyayê de bûye qadake navendî ya rekabetê. Weşangerên têkildarê PDKê li herêmên kurdîaxêv bi hejmareke qedirbilind temaşevan peyde dikin lê weşanên têkildarê PKKê ji ber ku li gelek welatan PKK wekî rêxistina terorê tê pênasekirin bi astengiyên aborî û zagonî re rê bi rû dimînin.

Alîkariya însanî jî bû parçeyeke manzaraya siyasî. Gotar bal dikişîne ser xebatên alîkariyê ya li bakurê Sûrî ku piştî erdhêjekê hatibû kirin. Li vê derê li herêmên ku rêxistinên din ên kurd nedikarî xwe bigihînin bi riya têkiliyên PDKê alîkarî hat kirin.

Geşedanên li Sûrî yên di serê sala 2026an de qewimîn, dînamîkên nû yên herêmî û fersendên nû yên ku tifaqên siyasî afirandine rakêşî hîn kûrtir kir. Abakay “hevseng di lehê PDKê de ye” dibêje, lê diyar dike ku peyamên partiyê çarçoveyeke siyasî ya alternatîf pêş naxe, bêtir ji rakîbên xwe re meydanê dixwîne.

Jinûvedîyarkirina xeta YNKê

Tê diyarkirin ku her ku diçe Yekîtiya Nişimanî Kurdistan roleke hîn tevlihev dilîze. Partiya di pêşengiya Bafel Talabanî de ku ji bo Ocalan wekî “Serok” xîtab kiribû, ev xîtab jî tê de zimanê ku têkildarê PKKê ye ji xwe re esas girtiye. Ev yek jî wekî dibetiya îşareta nêzikbûneke bîrdozî ye.

Abakay digihîje wê encamê ku êdî siyaseta kurd bi tenê di ser pevçûnên çekdarî re nikare were fêmkirin, divê rekabeta li ser rewatî, sazî û nasnameyê neyê paşguhkirin. Li gorî çavdêriya Abakay pîrozbahiyên Newrozê jî bûne parçeyeke têkoşîna sembolîk a diyarkirina siberoja siyasî ya kurd.

Îngilîzîya nûçeyê di vê lînkê de ye 
GOTARÊN TÊKILDAR

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.

Herî Populer