SerupelKurdistanAmed Newroza 2026an pîroz kir

Amed Newroza 2026an pîroz kir

Newroza Amedê  ku îro di 10:00 sibeyê dest pê kir, danê êvarê bi dawî bû. Li gorî komîteya amadekar bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahî bûn. Ji bilî axaftinên beşdarên sîyasî, di Newrozê de peyaman lîderê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Hin kurteagahî ji Newroza Amedê

  • Ji bo agirê Newrozê 5 ton dar hatin
  • Jiewlekariya qadê 10 kîlometre bariyer hatin danîn
  • Komîteya amadekar ji bo ewlekarîyê 650 kes peywirdar kir
  • 12 hezar polîsên dewleta tirk li derdora qadê tedbîr girtin
  • Ji Fransa, Almanya, Swêd,  Katalonya, Misir û Hindistanê sîyasetmedar û sazîyên sivîl beşdar bûn.
  • Ji bo şopandina Newrozê nêzîkî 400 saziyên çapameniyê serîlêdan kirin

Newroza Amedê  ku îro di 10:00 sibeyê dest pê kir, danê êvarê bi dawî bû.

Li gorî komîteya amadekar bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahî bûn.

Ji bilî axaftinên beşdarên sîyasî, di Newrozê de peyaman lîderê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de Dehaq wekî “temsîla pergala şaristaniya dewletan” nîşan da û “entegrasyona demokratîk wekî pêwîstîyekê nîşan da.

Koma Ribabê, Dîlan û Erkan Top, Elend Hazim, Koma Agirê Jiyan û Zinar Sozdar di pîrozbahîyê de derketin ser dikê.

Piştî hunermend Zinar Sozdar, koma Govendê derket ser dikê û “govenda azadîyê” hat gerandin.

Di dawiya bernameyê de pêşkêşvanan sloganên, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz kirin.