Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê a Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanan ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ku perwerdeya pirzimanî dibînin, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî şahiyek li dar xistin û pîroz kirin.
Zarokên Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanan ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibînin, bi beşdariya Nivîskar Fatma Taşli Tunç, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ku cil û bergên neteweyî û herêmî li xwe kirin, stran strandin, govend gerandin û bi çalakiyên cihêreng kêf şahiyek pêk anîn.
Xebatkarên Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê a Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanê diyar kirin ku dixwazin bi perwerdehiya pirzimanî re çand, hûner û dab û nêrîtan jî bi zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanan dixwînin, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bidin zanîn. Pîrozbahiya li Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanan, mamosteyan bi zarokên perwerdeya pirzimanî dibînin re, di vê şahiya de kêliyên bêhempa li dar xistin û pîroz kirin.
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.


