Semînerek taybet bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî di xebatên şaredariyê de hişmendiya zimanê dayikê û pirzimanî li Şaredariya Peyasê hate lidarxistin.
Semîner di xebatên şaredariyê de bi armanca zêdekirina hişmendiya zimanê dayikê û pirzimanî, li eywana meclîsa Şaredariyê pêk hat. Hevseroka Komîteya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhallî û zimanzan û ferhengnas Zana Farqînî çalakîyê bi rê ve birin.
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar, endam û xebatkarên Meclîsa Ziman a şaredariyê, gelek aktîvîst û xebatkarên çand û ziman tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de mijarên sereke yên wekî rola zimanê dayikê di xizmetên şaredariyê de, parastina û geşkirina zimanê kurdî di saziyên herêmî û pêwîstiya hişmendiyeke zimanî ya xurt û domdar di nav xebatkarên şaredariyê de bi awayekî kûr hatin nîqaşkirin. Armanca bingehîn ew bû ku di nav rêveberiyên herêmî û xizmetên giştî de têgihiştineke berfireh û bihêz li ser girîngiya zimanê dayikê were afirandin.
Zimanzan û ferhengnas Zana Farqînî bi taybetî li ser mijara “Xizmetên gelemperî yên bi zimanê kurdî û şaredariyên pirzimanî” sekinî û di vî warî de bal kişand ser erk û berpirsiyariya xebatkarên şaredariyê. Her wiha, Hevseroka Komîteya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhallî jî bi zaravayê Kurmancî nêrîn û şîroveyên xwe yên dewlemend parve kir û beşdarî van nîqaşên berhemdar bû.

Peyama di panelê de derket û bi taybetî li ser hat sekinandin, berdewamkirina semînerên bi vî rengî bû ku di rêya avakirina rêveberiyên herêmî û şaredariyên pirzimanî de xwedî rolekê ne.
Şaredariya Peyasê bi van semîner, panel û çalakiyên bi vî rengî, pabendbûna xwe ya xurt bi parastin, pêşxistin û jiyandina ziman û çandî nîşan dide ku bi van xebatan ne tenê hişmendiyê ava dike, di heman demê de bingehekê ji bo xizmetên giştî yên bi zimanê dayikê re zêde dike.
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.


