SerupelNûçe500 hezar sivîl li Kordofanê di xetereyê de ne

500 hezar sivîl li Kordofanê di xetereyê de ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyar dike ku li bajarê Obeyidê yê Kordofana Bakur a Sudanê karesateke nû ya mafên mirovan pêk tê. Li gorî NYyê, bajar 18 meh in di rewşeke dorpêçkirinê de ye û sivîl bi kêmbûna ava vexwarinê, êrişên dronan û zordariyên giran re rû bi rû ne.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, di civîna Konseya Mafên Mirovan a NYyê ya li Cenevê got ku nîşaneyên ji bo karesateke li Obeyidê eşkere ne û cîhan divê bi lez tevbigere da ku pêşî li vê bigire.

Li gorî wî, li herêma Kordofanê li ser rêyên ku koçberan bikar tînin, raporên derbarê kuştin, revandin, îşkence û şîdeta zayendî hatine tomar kirin.

Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê  ragihand ku di navbera 6 û 28ê hezîranê de, di encama 15 êrişên dronan de li Obeyid û derdora wê herî kêm 45 sivîl hatine kuştin û 41 kes jî birîndar bûne.

Banga Brîtanyayê 

Sefîra Brîtanyayê ya mafên mirovan Eleanor Sanders jî got ku 500 hezar sivîl dikarin bibin qurbanên pêleke şîdetê ya mezin. Wê bang li civaka navneteweyî kir ku pêşî li dubarebûna karesatên ku dikarin werin astengkirin, were girtin. Ev daxwaz piştgirîyê ji Almanya, Îrlanda, Norwêc û Hollanda jî girt.

Kurtedîroka şerê Sudanê

Şerê Sudanê di 15ê nîsana 2023an de bi pevçûnên di navbera Artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de dest pê kir. Sedema sereke nakokiya li ser desthilata dewletê û yekbûna hêzên çekdar bû.

Herêma Darfur ji destpêka şer ve yek ji enîyan e ku şerê herî dijwar lê pêk tê. RSF li gelek deverên Darfurê kontrol bi dest xist û şer li wir bû sedema kuştina hezaran sivîlan û koçberbûna milyonan kesan.

Obeyid, ku deriyê giring ê navbera Sudanê navîn û Darfurê ye, ji ber cihê xwe yê stratejîk bûye armanca her du aliyan. Ji bo vê yekê şer li derdora bajarê berdewam e û rewşa mirovahî her roj xirabtir dibe.