Li eyaletên bakur ên Amerîkayê îsal berfeke zêde û tevlî bahoz û firtoneyan rewş girantir dibe. Rewşa hewayê herî zêde zirarê da xetên hatûçûn û yên enerjîyê. Rêyên di navbera gelek wargehan de qut bûn û bi hezaran seferên hewayê hatin taloqkirin. Qutbûna xetên enerjîyê zêdetir bandorê li jîyana li herêmê kir. Hat ragihandin, nêzîkî nîv milyon abone bê elektrîk man e. Heya niha ji ber sermayê û firtoneyan 23 kes jîyana xwe ji dest dan e.
Îsal eyaletên li başûrê welêt jî ku hînî sermayê nebûn e, zivistan giran derbas dibe. Li eyaleta Connecticutê berf gihîşt 56 santîmêtroyan û li Massachusettê berf ji 40 santîmêtroyan derbas kir. Îsal serma bandoreke xerab li jîyana li eyaletên wekî Tennessee, Texas, Mississippi and Louisianayê kir. Tevlî şênîyên van eyaletan, 190 milyon kesên li Amerîkayê niha di şert û mercên giran ên zivistanê de dijîn.
Ligel berf û firtoneyê li gelek cîyan serma bandora xwe nîşan dide. Tê ragihandin, li herêma Golên Mezin ên li bakur germahî cî bi cî dikeve binê sifrê -30.6 pîleyî. Ji ber vê berf, firtone û sermayê eyalet rewşa alarmê radigihînin.

Zanyarên hewayê dîyar dikin, sebeba zivistana giran a li Amerîkayê hewaya sar a li Arktîkê ye û pêl bi pêl bi ser Amerîkayê ve tê. Li gorî zanyaran, sebeba esasî yê hewaya li Arktîkê guherîna avhewayê ye.
Photo: Bajarê Bloomingtonê ya li eyaleta Illinoisyê


