SerupelAborîYE 15 milyon ton gaza ronkirî ji Rûsyayê kirî

YE 15 milyon ton gaza ronkirî ji Rûsyayê kirî

Welatên Yekitiya Ewrûpayê 15 milyon ton gaza ronkirî ji Rûsyayê kirîn. Rûsya ji bazirganîya gazê 7.2 milyar euro qezenc kir.

Welatên Yekitîya Ewrûpayê (YE) sal bi sal zêdetir gaza ronkirî ji Rûsyayê dikirin.

Lêkolîneke dawî nîşan dide, 15 milyon ton gaza ronkirî gihîştîye endamên YEyê.

Rûsya ji bazirganîya gazê 7.2 milyar euro qezenc kiriye.

Gaza ronkirî (LNG) ya Rûsyayê ji Yamala li Sîbîryayê diherike Ewrûpayê.

Kirîna gaza ronkirî tevlî ambargoyên li ser Rûsyayê jî legal e.

Ji ber ku welatên li navend û rojhilata Ewrûpayê zêde girêdayî gaza Rûsyayê Yamalê ne.

Gaza Rûsyayê herî zêde ji alîyê şîrketên Seapeak û Dynagas tê veguheztin.

Seapeak ji % 37.3 û Dynagas jî ji % 34.3 gaza ronkirî ya rûs pêşkêşî bazarên Ewrûpayê dike.

Samuel Bailey, Xeta gazê ya Yamal-Ewrûpa, Map of the Yamal-Europe natural gas transportatioCC BY-SA 3.0CC BY-SA 3.0

Rêveberîya Brukselê soz dabû ku heta 2027’an kirîna gaza ronkirî ya Rûsyayê qedexe bike.

Lê wiha xuya dike ku ji ber girêdana zêde ya Ewrûpayê bi gaza rûs, pêkanîna bê biryarê wê gelek dijwar be.

Foto: Termînaleke LNGyê ya li Polonyayê. Metanowiec/ Gazoport, CC-BY-SA-4.0