Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo welatên ku bazirganiya bi Îranê re dikin, biryara bacên nû ragihand.
Di biryarê de tê gotin ku kîjan welat, her bi çi awayî, bi Îranê re bazirganiyê bike, ji sedî 25 zêdetir baca gumrigê wê dayînin ser malên ku ji van welatan tên.
Li gorî hat ragihandin, biryara li ser babetê derhalê wê têkeve meriyetê.
Vê hemleya Trump tê payîn ku zextên li ser rêveberiya Îranê wê zêdetir bike.
Çîn di serî de, Tirkiye, Iraq, Îmaratên Ereb û Hindistan wekî 5 welatên sereke yên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin tên zanîn.
Li aliyê din, di destpêka protestoyan de, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî dabû rêveberiya Îranê, gotibû eger protestokaran bikujin, wê mudaxele bikin.
Li Îranê, bîlançoya protestoyên ku di 28’ê Kanûnê de dabû destpêkirin roj bi roj girantir dibe.
Her çiqasî tê ragihandin ku di protestoyên li seranserê Îranê de, heta niha nêzî 600 protestokar hatine kuştin û bi hezaran kes hatine binçavkirin jî, hin çavkanî dibêjin hejmara kuştiyan bi gelekî zêdetir e.
Amerîka li dijî Îranê li ser operasyon û stratejiyên leşkerî dixebite.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavittê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên hewayî jî di nav de, rêbazên leşkerî hîna li ser masê tên ragirtin.


