SerupelNûçe“Trump ji rê derketiye û holîgan e!”

“Trump ji rê derketiye û holîgan e!”

Parlementerê Brîtanî, dema axaftina li parlemanê serokê Amerîkayê Donald Trump xist hedefa xwe. Îddia kir ku Brîtanya dikare bibe hedefa di rêzê ya Trump.

Parlementerê Partiya Karkeran ê Brîtanî Steve Witherden ji bo revandina serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û jina wî Cilia Floresê, gotinên tûj ji serokê Amerîkayê Donald Trump re kir.

Steve Witherden Donald Trump wekî “kesekî jirêderketî” û “holîgan” rave kir û destnîşan kir ku Brîtanya dikare bibe hedefa rêzê ya serokê Amerîkayê.

Axaftina parlementerê Brîtanî ya li pêyî revandina serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û jina wî Cilia Floresê, di demeke kurt de li hemû cîhanê belav bû û derket pêşiya hemû nûçeyan.

Steve Witherden dema axaftina xwe got:

“Serok Trump wekî gangsterekî krîmînal tev geriyaye, Venezuelaya ku welatekî serbixwe ye daye ber bombeyan, serokê wê yê dewletê û malbata wî revandiye û bûye sedemê gelek kuştinan.”

Parlementerê Brîtanî pê re jî weha pirs kir: “Di rêzê de kîjan welat heye? Meksîka? Panama? Greenland? Ev der?”

Steve Witherden pê re jî got:

“Dostên hêja hûn vêya qebûl dikin, eger em li hemberî jirêderketî û zordarên wekî Trump nesekinin, wê wêrek bibin û kiryarên xwe yên derqanûnî li deverên din jî pêk bînin.”

Li pêyî axaftina parlementerê Partiya Karkeran, Wezîra Karên Derve Yvette Cooper derket ser kursiyê û weha bersiv da gotinên Steve Witherden, got:

“Hikûmeta Brîtanyayê Maduro wekî kesekî serokê dewletê nas nake.”

Wezîrê di der barê kiryar û mudaxeleya Trump de çi gotinek nekir û çi şermezarî neda.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.