Li Haîtiyê, di 12’yê Çileya 2010’an de, erdhejeke bi pîleya 7 pêk hatibû.
Erdhejê zirareke mezin dabû paytext Port-au-Price û derdora wê.
Di encamê de, 102 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, zêdetirê 220 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Saziya Neteweyên Yekbûyî ya li Haîtiyê, di salvegera erdhejê de, çalakiyeke rêzgirtinê li dar xist û sedhezarên ku 16 sal berê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi vê boneyê peyamek belav kir, got:
“Îroj û her roj, em qurbaniyan bi bîr tînin & di nav xebatên xwe de cî didin mîrasa wan a bi şeref. Tu carî wê neyên jibîrkirin.”

Erdheja wê demê 35 kêliyan dewam kiribû.
Li gel bi sedhezaran miriyan, zêdetirî 300 hezar kes birîndar bibûn û milyon û nîvek kes jî bê ciyûwar mabûn.
Di meha Tebaxê ya sala borî de, erdhejeke din a li Haîtiyê bibû sedema mirina 2.200 kesan.
Li pêyî erdhejê bi hezaran avahî rûxiyabûn û zêdetirî 12 hezar kes jî birîndar bibûn.


