SerupelKurdistanPeyama Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de hat xwendin

Peyama Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de hat xwendin

Ocalan: “Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.”

Lîderê PKKê di peyama xwe de got, “sebebên aştîyê yên di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe.

Peyama Ocalan bi Kurdî ji aliyê Veysî Aktaş û bi Tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.

Ocalan di peyama xwe de Dehaq wekî “temsîla pergala şaristaniya dewletan” nîşan da û bi van gotinan qala alozîya dawî ya li Rojhilata Navîn kir:

“Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.”

Ocalan got, “ Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.”

“Entegrasyona demokratîk”

Lîderê PKKê li ser proseya di navbera rêxistina wî û Tirkîyeyê de jî sekinî bi van gotinan “entegrasyona demokratîk wekî pêwîstîyekê nîşan da:

“Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.”

“Hêzên hegemonîk” 

Ocalan di peyama xwe ya dirêj de “hêzên hegemonîk” berpirsê şerê li herêmê nîşan da û bi van çareserîya xwe ji bo vê rewşê bi van gotinan îfade kir:

“Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. “

Di dawîya peyamê de Ocalan got “gengaz e ku mirov bi rihê yekitiyê siyaseta demokratîk diyarî bike.”