Encamên hilbijartinên giştî yên li Bangladeşê hatin eşkerekirin. Partîya Netewperest a Bangladeşê (BNP) bi rêjeyeke mezin bi ser ket.
212 kursîyên ji parlamentoya 350 kursîyan ketin destên tifaqa di bin pêşengîya vê partîyê de.
Bi vê encamê, namzetê partîyê Tariq Rahman wê bibe serokwezîrê welêt.
Cemaeta Îslamî wekî dihat texmînkirin di hilbijartinê de bû duyemîn. 77 kursîyên parlamentoyê ketin destên vê partîyê.
Cemaeta Îslamî dixwaze sîstema laîq a Bangladeşê biguherîne û di dewsa wê de dewleteke îslamî ava bike.
Piştî serhildana 2024an rêveberîya Bangladeşê hilweşîya bû û serokwezîra welêt Şêx Hesîna revîyabû Hindistanê.
Loma jî ev hilbijartina yekemîn e ku piştî vê serhildanê tê lidarxistin.
Ji ber ajîtasyona êrişkar a partîya îslamîst Cemaeta Îslamî di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek bûyerên şîdetê pêk hatibûn û 5 kes hatibûn kuştin.
Li derdora 600 kes jî di bûyerên li çaralîyê welêt de birîndar bûbûn.
Bi qasî 300,000 leşker û polîs ji bo ewlehîya hilbijartinê hatibûn peywirdarkirin.

Kî ye Tariq Rahman?
Tariq Rahman sîyasetmedarekî bangladeşî ye ku 17 sal in li derveyî welêt dijîya. Rahman di 2008an de ji bo nexweşîya xwe çûbû Londonê. Di vê demê de li Bangladeşê li hemberê Rahman doz hatibûn vekirin. Yek ji van dozan di derbarê “komployeke” li dijî serokwezîr Şêx Hesîna bû. Loma jî Rahman ji bo neyê girtin venegerîyabû Bangladeşê. Rahman piştî serkeftina serhildana 2024an vegerîya Welatê xwe.


