SerupelNûçeParlamena Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê dicive

Parlamena Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê dicive

5 komên Parlemana Ewrûpayê, Keskan, EPP, Muhafezekar, Renew û Demokratên Sosyal li ser Rojavayê Kurdistanê pêşnûmayek pêşkêş kirin. Parlemana Ewrûpayê ji bo pêşnûmayê dicive.

Parlemana Ewrûpayê di 12’ê Sibatê de, li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ser Rojavayê Kurdistanê civînekê li dar dixe.

Di civînê de li ser pêşnûmaya biryarê ji bo rewşa Rojava deng wê dayîn.

Pêşnûma ji aliyê 5 komên li parlemanê, Keskan, EPP, Muhafezekar, Renew û Demokratên Sosyal ve hat amadekirin.

Van 5 koman ji bo parastina mafên Kurdan û îstikrara herêmê nexşerêyeke berbiçav pêşniyar dikin, daxwaz dikin ku mafê welatîbûnê bidin Kurdan û zimanê Kurdî wekî zimanê netewî bê qebûlkirin û van mafan di qanûna bingehîn a ku nû wê bê çêkirin de bê misogerkirin.

Di pêşnûmayê de hat xwestin ku şîddeta li dijî sivîlên li Rojava bê sekinandin û agirbesta herêmê bê parastin.

Herweha, li ser astengiyên li pêşiya peymaneke mayînde ya di navbera Kurdên Rojava û hikûmeta demkî ya Şamê de jî hat gotin ku siyaseta navendî ya tund a hikûmeta Sûriyê, di halê hazir de, bi modela rêveberiya xweser a li rojhilatê bakurê Sûriyê hatiye sazkirin ve li hev nake û vê rewşê muzakereyan dijwar dike.