SerupelNûçeParîs di nava rivînan de ma

Parîs di nava rivînan de ma

Alîgirên tîma PSG’yê agir berdan kolanan. Li pêyî serkeftina Lîga Şampiyontiyê ya tîma PSG’yê li dij tîma Arsenalê bi dest xist, pîrozbahiyên şampiyontiyê ji kontrolê derketin. Bi sedan kes hatin binçavkirin.

Li paytext Parîsê ya Fransayê çalakiyên pîrozbahiyên şampiyontiyê yên alîgirên tîma Futbolê ya Parîs Saint-Germainê ji kontrolê derketin. Alîgirên derketin kolanan bi polîsan re pev çûn. Seranserê rojê polîsan hewl dan ku alîgiran ji hev belav bikin.

Dema mudaxeleyan gazên çavsotîner hatin bikaranîn. Li gel vê yekê, hin alîgiran zirar dan der dorê û agir berdan kolanan, seranserê şeva çûyî şûşe, alav û fîşegên hewayî avêtin polîsan.

Tê ragihandin, di navbera buyerên li seranserê welat, nêzî 800 kesan hatine binçavkirin.

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku dema pevçûnan 7 polîs birîndar bûne, li herêmên nêzî Champs-Elysees û Parc des Princesê tevliheviyeke mezin rû daye.

Li Fransayê alîgirên PSG’yê dibe du car li ser hev, li pêyî serkeftina şampiyontiyê şîdetê pêk tînin. Di pîrozbahiyên sala 2015’yan de, dîsa heman buyerên şîdetê pêk hatibûn.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.