SerupelAborîNvidia wê Robotaxi çêbike

Nvidia wê Robotaxi çêbike

Şîrketa Amerîkîyê Nvidia projeya xwe ya Robotaxiyê pêşkêş kir.

Proje ji alîyê xwedîyê Nvidiayê Jensen Huang ve hat ragihandin.

Huang di bernamaya berhemên elektronîkî ya li Las Vegasê wiha axivî:

Êdî dema ChatGPTya ji bo Aqlê Çêkirî ya fîzîkî hat. Bi saya vê, mekîne wê fam bikin. nirxandinê bikin û di jîyana rastîn de hereket bikin. Robotaxsi berhema yekemîn e ku wê ji vê teknolojîyê sûd wergire.

Huang gotinên xwe wiha dom kirin:

“Em xeyal dikin ku rojekê wê milyarekî otomobîlên li ser rêyan bi xwe biçin.”

Navê projeya Nvidiayê Alpamayo ye û ji bi teknolojîya Aqlê Çêkirî dixebite.

Otomobîlên wê çêkirin wê bi xwe biçin û di heman de ji bo rewşên awarte amade bin.

Şîrketa alman Mercedes-Benz di vê projeyê de hevkarê Nvidiayê ye.

Robotaxiyên wê di di dawîya îsal de li Amerîkayê bên bikaranîn.

Pişt re, heman otomobîl wê derkevin ser rêyên Asya û Ewrûpayê.

Nvidia şîrketeke teknolojîyê ku heta niha bi hilberîna çîpan tê naskirin.

Dahata salane ya şîrketê salane 131 milyar dolar e.

Hebûna giştî ya Nvidiayê digihîje 4 trîlyon dolaran.