SerupelNûçeMike Pompeo ji bo Rojava Amerîkayê hişyar kir

Mike Pompeo ji bo Rojava Amerîkayê hişyar kir

Mike Pompeo: “Baş e. Me pişta xwe daye Kurdên dostê xwe, vêya wê bibe felaketeke ehlaqî û stratejîk"

Guherîna polîtîkaya Trump a ji bo Rojava li Amerîkayê rastî reaksîyonên tê. Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo di vê mijarê de Washingtonê hişyar kir. Pompeo hişyarîya xwe di Xê de nivisî û di binê wê de peyama senatorê Partîya Komarger Lindsey Graham parve kir.

Pompeo di Xê de wiha nivîsî:

“Baş e. Me pişta xwe daye kurdên dostê xwe, vêya wê bibe felaketeke ehlaqî û stratejîk”

Senator Graham jî di parvekirina xwe de banga parastina kurdan li hikumeta Amerîkayê kiribû. Graham bi van gotinan qala sekna Senatoya Amerîkayê ya di vê mijarê de kiribû:

“Di Senatoya Dewletên Yekbûyî de meyleke xurt a mezin dibe a herdu partîyan digire nava xwe heye di warê rewşa li Sûrîyeyê xerab dibe. Konsensûseke xurt heye ku divê em kurdan ku ji bo me xelîfetîya DAIŞê û gelek komên din têk birin, biparêzin.”

Mike Pompeoyê ku di dema hikumeta yekemîn a Donald Trump de Wezîrê Karên Derve bû. Loma jî gotinên Pompeo dikare di meseleya Rojava de wekî nerazîbûna di nava burokrasîya di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de de bê dîtin.