Li Swîsreyê kesekî otobusêk şewitand û tevlî xwe bû sebeba mirina şeş kesan.
Di bûyera li vî welatê aram bû sebeba şokê de, pênc kes jî birîndar bûn.
Bûyer li bajarokê Kerzersê yê li Kantona Fribourgê ku li rojavayê Swîsreyê ye, pêk hat.
Wêneyên otobosê yên li ser medyaya civakî hatine weşandin, nîşan didin ku agirê gur ji pencereyên otobusê derdikeve derve û dûxaneke reş ber bi ezman ve bilind dibe.
Li gorî lêkolîna polîsan bûyer ne çalakîyeke terorîstî ye.
Berdevkê ofîsa polîsan a kantonê Frédéric Papaux li ser bûyerê wiha axivî:
“Di vê qonaxê de, delîlên me hene ku nîşan didin ku kiryarek bi zanebûn ji hêla kesekî ku di hundirê otobusê de bû ve hatiye kirin.”

Herwiha ofîsa polêsan ragihand, hîn ne dîyare ka kesê şewat derxistîye di nava kesên jiyana ji dest dane de ne an na.
Endamê hikumeta Kantonê Romain Collaud jî li ser mijarê civîneke çapemenîyê re axivî û got; “Rojek tarî ye ji bo kantona me” û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwestin.
Kerzers li Kantona Fribourgê ye
Kerzers bajarokeke bi ser navçeya Seebezirk a li bakurê Kantona Fribourgê ye. Nifûsa Kerzersê nêzîkî 5,000 ye û bajarok di nava herêma almanîaxêv a kantonê de ye. Rêyên ji bajarên Neuchatel, Payern û Murtenê diçin paytexta Swîsreyê Bernê di vî bajarî re derbas dibin.
Cengiz Demirtaş


