SerupelCivakHevşaredarên Amedê serdana karkerên jin kirin

Hevşaredarên Amedê serdana karkerên jin kirin

Hevşaredara Bêrîvan Gulşen Sîncar, hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, endamên TJA’yê, Komeleya Jinan a Rozayê û şandeyeke ji meclîsên şaredariyan çûn serdana karkerên jin ên di tekstîlê de dixebitîn.

Bi boneya 8ê adarê Roja Jinên Cîhanî, hevşaredarên Peyasê û Bajarê Nû yên Amedê, ligel rêxistinên jinan çûn Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Amedê kirin.

Şandeyê li vê kompleksa mezin serdana jinên karker kir ku di kargehên tekstîlê de dixebitîn.

Hevşaredara Bêrîvan Gulşen Sîncar, hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, endamên TJA’yê, Komeleya Jinan a Rozayê û şandeyeke ji meclîsên şaredariyan beşdarî serdanê bûn.

Endamên şandeyê roja jinan li jinên kedkar pîroz kirin û li ser wate û girîngiya 8ê Adarê nîqaş kirin.

Şandeya ku li Amedê çû serdana jinên karker./Foto: Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê

Şertûmercên jin tê de xebitin

Şandeyê di heman serdanê de bi rêveberiya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze re jî hevdîtin pêk anî

Di hevdîtinê de li ser şertûmercên kar ên karkerên jin û pirsgirêkên heyî yên li qada pîşesaziyê gotûbêj hatin kirin.

Şandeyê dîyar kir ku jinan di pîşesaziya tekstîlê de hêzeke aborîyê temsîl dikin û divê mafên wan ên kedê bêne parastin.

Hevşaredaran ragihandin ku ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin başkirina şertûmercên kar û xurtkirina mafên jinan a di qada kedê de.