SerupelNûçeLi Rojhilata Navîn dengê şerekî nû bilind dibe

Li Rojhilata Navîn dengê şerekî nû bilind dibe

Îhtimala ku Amerîka mudaxeleyî Îranê bike mezin dibe. Serokê Amerîkayê Donald Trump ji welatiyên xwe yên li Îranê daxwaz kir ku bila ji bejayê birevin Tirkiyê yan jî Ermenistanê.

Li Rojhilata Navîn îhtimala şerê di navbera Amerîka û Îranê de roj bi roj mezin dibe.

Reuters dibêje Trump biryara mudaxeleyê daye, bes mudaxele kengî û bi çi awayî wê bê kirin ne diyar e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bang li welatiyên Îranê kir ku “berxwedana xwe dewam bikin, dest dayînin ser saziyên dewletê” û pê re jî got “alîkarî di rê de ye“, vêca jî ji welatiyên Amerîkayê yên li Îranê daxwaz kir ku bi rêya bejayê birevin Tirkiyê yan jî Ermenistanê.

Daxwaza Trump wekî ku Amerîka di demeke nêz de wê mudaxeleyî Îranê bike hat ravekirin.

Trump berê jî di platforma Truth Social de gotibû:

“Welatparêzên Îranê, PROTESTOYÊ DEWAM BIKIN – DEST DAYÎNIN SER SAZIYÊN XWE!!! Navên kujer û tacizkarên xwe qeyd bikin. Wê berdêlên giran bidin. Heta ku kuştina bêhest a protestokaran nedin SEKINANDIN min hemû hevdîtinên bi Rayedarên Îranê re betal kir. ALÎKARÎ DI RÊ DE YE. MIGA (Îranê Dîsa Mezin Bike)!!!”

Her çiqasî Trump zelal nekir bê çi reng alîkarî wê bê kirin jî, Qesra Spî ya Amerîkayê dibêje mudaxeleya leşkerî jî di nav de, li ser gelek şêweyên mudaxeleyê radiwestin.

Li beramber, Îran jî dibêje eger Amerîka êrîş bike, ewê jî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê yên wekî Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratên Ereb bike hedef.

Li aliyê din,

Îran nikare pêşiya protestoyan bigire, herweha tundiya mudaxeleyê mezin dike, lewma jî hejmara kuştiyan roj bi roj zêde dibe.

Ji destpêka protestoyan û vir ve, bo cara ewil rayedarekî Îranê diyar kir ku nêzî 2.000 kesan hatine kuştin.

Bes Ajansa Nûçeyan A Aktivîstên Mafên Mirovan HRANA destnîşan dike ku 2.403 protestokar, 147 kesên girêdayî hikûmetê, 12 kesên di bin 18 salî û 9 sivîlên ku di nava protestoyan de cî negirtine hatine kuştin.

Foto: Keştîya Balafirhilgir a Amerîkayê USS Independence

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.