Li Bakurê Kurdistanê zivistana îsalê dijwar derbas dibe.
Pîleya kêm a hewayê li gelek deveran dibe sedema qeşa û sermayê.
Bi taybetî li bajarên Agirî, Bedlîs, Colemêrg, Erdexan, Erzirom, Qers, Mûş û Wanê, li gelek deveran berf heye.
Ji ber sedema ku gelek berf ketiye, rêya bi sedên gundan hat girtin.
Tê ragihand, hejmara gundên ku rêya wan hatine girtin, zêdetirê 450 bûye.
Li Wanê, berfê rêyê 86 tax û 55 gundan, li Bedlîsê rêyên 165 cî û waran, li Colemêrgê rêyên 144 cî û waran û li Mûşê rêyên 146 gunda girt.
Li Qersê 3 rojan bê navber berf bariya.
Li bajarên Agirî, Erdexan û Erziromê berfa ku nîvê şevê dest pê kir, van bajaran jî bi rengê spî xemiland.
Tîmên şaredariyan ji bo cemed çê nebe û rêyên girtî vekin di nava hewildanan de ne.

