SerupelCivakLi Afrîkayê dengên zimanên xwecihî têne kodkirin

Li Afrîkayê dengên zimanên xwecihî têne kodkirin

Şîrketeke li Pretoriayê nexşeya aqilê çêkirî ya zimana derdixe. Şefa Teknolojiyê Jade Abbott destnîşan dike ku li parzemîna Afrîkayê tevî ku zêdetirê 2 hezar ziman hene jî, van zimanan nikarin ji teknolojiya dijîtal a vî zemanî îstifade bikin.

Şîrketa Lelapa AI’yê ya li Afrîkaya Başûr bi armanca ku zarok karibin zimanên xwe yên dayîkê fêm bikin, wergerînin û hîn bibin, ji bo zimanên xwecihî yên Afrîkayê amûrên aqilê çêkirî saz dike.

Li navenda li Pretoriayê xebatkarên şîrketê bernameyên li ser babetê test dikin û hewl didin modelên zimên bi pêş ve bibin.

Şefa Teknolojiyê Jade Abbott destnîşan dike ku li parzemîna Afrîkayê tevî ku zêdetirê 2 hezar ziman hene jî, van zimanan nikarin ji teknolojiya dijîtal a vî zemanî îstifade bikin.

Jade Abbott li ser rewşa pirengiya ziman dibêje; “Tenê ji dehan yekê Afrîkiyan li malên xwe bi Îngilîzî diaxivin. Ji 200 milyonan zêdetir mirov bi zimanê Svahili diaxivin. Bes amûrên heyî pêkan nakin ku mirov karibin xwe bigihînin aboriya dijîtal, platformên dijîtal an jî amûrên dijîtal.”

Muhendizê şîrketê Sett Wai jî dibêje ji ber sedema di modelên aqilê çêkirî yên gerdunî de zêde daneyên perwerdehiyê tuneye, ziman û devokên herêmî nikarin jê îstifade bikin. Ji bo karibin vê valahiyê dagirin, lewma jî pêdiviyê bi çareseriyên herêmî yên weha dibînin.

Tevî vê yekê, şîrket daxwaz dike ku piştî Afrîkayê, teknolojiya xwe ji Rojhilatê Başûrê Asyayê û Başûrê Amerîkayê û hin herêmên din ên ku bi hezaran zimanên nikarin bên temsîlkirin re veke. Rayedarên şîrketê dibêjin li van deran jî bi hezaran ziman hene ku neketine bin qeydê.

Li Afrîkayê, di demên dawîn de, ji bo zimanên ku nikarin ji pergalên gerdunî îstifade bikin projeyên aqilê çêkirî tên pêşdebirin.

Piştevanên van projeyan dibêjin bi xêra vê teknolojiyê dûrketina dijîtal nêzî hev dibe. Di vî zemanê ku aqilê çêkirî li pêş e, van projeyan wê karibin bibin alîkar ku mîrasa zimanî û çandî bê parastin.

Zimanên Afrîkayê/Nexşe: User:SUM1, CC BY-SA 4.0